Kerkûk, deng li ser bilindkirina Ala Kurdistanê dide

Îro Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi mebesta dengdana li ser bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahiyên hikûmî û dam û dezgehên fermî yên li Kerkûkê dicivin. Lê aliyên Ereb û Tirkmen nerazîbûn li hemberî vê pêngavê nîşan dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peymanêrê K24ê li Kerkûkê ragihand, aliyên Tirkmen wek nerazîbûnekê ji vê pêngavê re, beykota civîna îro ya Parêzgeha Kerkûkê kirine.

Ev civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê di demekê de ye, ku duh hikûmeta Bexdayê bi proseyekê biryara ragirtina mûçeyên fermanberên Kerkûkê da û bi gotina gelek siyasetmendaran, ew biryara Bexdayê siyasî ye.

Berî çend rojan Parêzgarê Kerkûkî Necmedîn Kerîm bi fermî daxwaz ji Encûmena Parêzgeha Kerkûkê kir, ku deng li ser bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahiyên hikûmî bidin.