Kusret Resûl: Gelê Kurd can û xwîn bo bilindkirina ala pîroz bexşand

Kusret Resûl di peyamekê de, bi boneya bilindkirina Ala Kurdistanê li dam û dezgehên hikûmî yên Kerkûkê ragihand, di dirêjehiya dîrokê û tevahiya şoreşan de, gelê Kurd bi qehremanî bo pêldana Ala Kurdistanê şer kirin, can û xwîna xwe bexşandin bo bilindkirina ala pîroz li ser her besyekê ji xaka Kurdistanê û bi taybet li Kerkûkê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di peyama Kusret Resûl de hat “Biryara bilindkirina bi fermî ya Ala Kurdistanê wek ya Iraqê li ser dam û dezgehên Kerkûkê ji aliyê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ve, cihê dilxweşiyê ye û di vê rojê de germtirîn pîrozbahî arasteyî we dikim û tekezî li ser wê yekê dikim ku pêwîst e em hemû parastvanên aştî û pêkvejiyanê li navçê bin.”

Kusret Resûl di beşeke din de jî gotiye: “Her wek xebata û qurbanîdana Pêşmerge di cengê parastina Kerkûkê rûbirûbûna teroristan û dûrxistina metirsiya ji ser rûniştvanên wî bajarî û dabînkirina jiyaneke aram ji tevahiya pêkhateyên cuda yên wî bajarê xweragir, wê rastiyê aşkere dike, ku Kerkûk Kurdistanî ye û Pêşmerge û hêza ewlehiyê parastvanên tevahiya pêkhateyan e û bê cudahî.”

Herwiha Kusret Resûl di beşeke din de jî ragihandiye: “Li ser me hemûyan pêwîst e şanaziyê bi bilindkirina Ala Kurdistanê bikin û saya wê de hemû pêkhate û netewên cuda bi aştî bijîn û azadî û demokrasî ji hemûyan re misoger be.”