Parlementoya Iraqê biryara daxistina Ala Kurdistanê li Kerkûkê da

Parlementoya Iraqê di rûniştina îro 1 Nîsana 2017an de biryar da, tenê ala Iraqê li Kerkûkê bê bilindkirin û Ala Kurdistanê daxînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementoya Iraqê di rûniştina îro 1 Nîsana 2017an de biryar da, tenê ala Iraqê li Kerkûkê bê bilindkirin û Ala Kurdistanê daxînin.

Di civîna îro ya Parlementoya Iraqê de pirsa bilindkirina Ala Kurdistanê li ser dam û dezgehên fermî yên Kerkûkê hate guftûgokirin û berî ew pirs bikeve ber dengdanê û ji ber wê yekê parlementerên Kurd nerazîbûn nîşan da, di encamê de Fraksyonên Kurdî ji hola rûniştina parlementoyê vekişiyan.

Parlementoya Iraqê projeyebiryara Tirkmenan bo daxistina Ala Kurdistanê li Kerkûkê pesend kir û biryar da, tenê ala Iraqê li Kerkûkê bê bilindkirin.

Parlementoya Iraqê di rûniştina îro de biryar da jî, nabe Kurd danûstandinê bi netewa Kerkûk bike.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê roja 28 Adara borî bi piraniya dengên endaman biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li ser dam û dezgehên hikûmî yên Kerkûkê da.

Ev biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê karvedanên cuda bi xwe re anîn. Serokatiya Herêma Kurdistanê, Hikûmet û aliyên siyasî yên Kurdistanê pêşwazî li vê biryarê kirin, lê hikûmeta Iraqê û aliyên Tirkmen û Erebên Kerkûkê û herwiha Tirkiye jî li dijî vê biryarê rawestiyan.