Perlamenterên Kurd: Biryara Parlementoyê ne yasayî ye

Piştî bidawîhatina dengdana li ser bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê li Parlementoya Iraqê de, perlamenterên Kurd bi awayekî zindî ji K24ê re ragihandin, ew biryara ku îro derketiye, cibicî nabe û gûman jî li ser nîsaba yasayî heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Her di wê derbarê de, Parlementerê Kerkûkê Rêbwar Taha got: “Berî ku rûniştinê baykot bikin, 200 parlementer di hola rûniştina parlementoyê de hebû.”

Parlementerên Kurd amaje bi wê yekê dikin, diviyabû serokatiya parlementoyê ew pirs radestî komîteya pêwendiyan bikira. Herwiha gortin jî, ev pirs li Dadgeha Federalî yekalî dibe.

Di civîna îro ya Parlementoya Iraqê de pirsa bilindkirina Ala Kurdistanê li ser dam û dezgehên fermî yên Kerkûkê hate guftûgokirin û berî ew pirs bikeve ber dengdanê û ji ber wê yekê parlementerên Kurd nerazîbûn nîşan da, di encamê de Fraksyonên Kurdî ji hola rûniştina parlementoyê vekişiyan.

Parlementoya Iraqê projeyebiryara Tirkmenan bo daxistina Ala Kurdistanê li Kerkûkê pesend kir û biryar da, tenê ala Iraqê li Kerkûkê bê bilindkirin.

Parlementoya Iraqê di rûniştina îro de biryar da jî, nabe Kurd danûstandinê bi netewa Kerkûk bike.