Nûnerê Emar Hekîm: Pêwîst e benda 140 were cibicîkirin

Şanda Herêma Kurdistanê di dawî serdana xwe bo Bexdayê de serdana Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê Emar Hekîm kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanda Herêma Kurdistanê di dawî serdana xwe bo Bexdayê de serdana Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê Emar Hekîm kir.

Piştî bidawîbûna civîna herdu aliyan, konferanseke rojnamevanî lidar xistin. Nûnerê Hevpeymaniya Niştimanî Elî Elaq ragihand, pêwîst e benda 140 were cibicîkirin û bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê jî, gaveke pêşwext bû.

Derbarê çareserkirina pirsgirêkan de jî amaje bi yekxistina helwestan kir û got: “Pêwîst e em hemû pabendî destûrê bibin û şanaziyê bi xelkê Kurdistanê dikin.” Şerê DAIŞê jî bi karê pêşî yê Iraqê zanî.

Her di wê konferansa rojnamevanî de, endamê şanda Herêma Kurdistanê Ednan Muftî amaje bi erêniya guftûgoyan kir û got: “Li pêş çend tehediyatên mezin in. Herêma Kurdistanê biryarê li ser çarenivîsa xwe dide.”

Ednan Muftî got jî: “Berê jî me referandûm encam daye, lê me dest bi dana destûrê kir û ji Iraqê cuda nebûn û vê care jî encamdana referandûmê nayê wateya cudabûnê û dixwazin pêşwext nêrîna xelkê xwe werbigirin.”

Şanda Herêma Kurdistanê piştî civîna roja 2 Nîsanê ya PDK û YNKê bi serpereştiya Barzanî, dest bi serdana aliyên siyasî yên Kurdistanê kir.

Vê şandê duh Çarşemê serdana Bexdayê kir û di 2 rojan de çendîn hevdîtin ligel berpirsên Bexdayê encam dan, ku pirsa referandûm û Kerkûkê tewerên sereke yên guftûgoyan bû.

Ji aliyekî din ve, Nivêsgeha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniyekê de ragihand, di civîna şanda Herêma Kurdistanê û Ebadî de li ser nehêştina astengiyan li pêş cibicêkirina benda 140 û amadekariyên serjimêriyê bo encamdana referandûmê li hev kirin.

Ji aliyekî din, peyamnêrê K24 da zanîn ku rayedarên Iraqî daxwaz kirine NY serpereştiya referandûma serxwebûna Kurdistanê bike.

Şanda Herêma Kurdistanê li Bexdayê serdana Serokomar Faûd Mesûm, Serokwezîr Heyder Ebadî û Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî jî kiribûn.