Mîranî: Ebadî pêşniyarek bo Kerkûkê pêşkêş kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê ragihand, ligel berpirsên Iraqê li ser hevnêrîn bûn, ku herdu biryarên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û Parlementoya Iraqê di vê derbarê de bilez kirin û Ebadî pêşniyarek bo vê pirsê pêşkêş kir.
Endamê şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê Fazil Mîranî ji K24ê re ragihand “Bi Bexdayê ne xweş e ku behsa referandûmê dikin, lê ti merc tune ye ku piştî referandûmê serxwebûnê rabigihînin, ku daxwaza gelê me ye û mafekî sirûştî ye.”
Fazil Mîranî got jî, baştir helwest li hember pêkhateyên din yên Iraqê ya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bû û rênima jî derkir bo cibicîkirina benda 140.
Derbarê dahatûya Ala Kurdistanê li Kerkûkê de, Mîranî got: “Ala Kurdistanê nayê xwarê. Herwiha amaje bi wê jî da: “Pêşniyareke Ebadî ya erênî heye, ku niha wê aşkere nakin, heta ku em wê pêşkêşî Serokê Herêm û Serokê Hikûmeta Kurdistanê û pêkhateyên din, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û PDK û YNKê bikin.”
Mîranî got jî: “N e pêwîstiya wan bi pirsgirêkan û ne ya pê heye. Lê pêwîsta me bi nebûna pirsgirêkan nayê wateya ku daxwaza me bo serxwebûn û Ala Kurdistanê kêm bibe. Daxwaza me ew e ku aramiya li Kudistanê heye, biparêzin. Di şerê DAIŞê de biser bikevin û referandûmê bo serxwebûnê bikin.