Li Tirkiyê niqaşa Ala Kurdistanê û biryara referanduma li Kerkûkê

Li Tirkiyê biryara referandûmê û bilindkirina Ala Kurdistanê ya li Kerkûkê bû mijara sereke ya nîqaşê ye. Helwesta Tirkiyê ya di vê mijarê de bi taybetî daxuyaniyên Erdogan ên tund wê bandoreke çawa li dahatûya têkîliyên Kurdistan û Tirkiyê bike? Pisporan ev rûdanên giring nirxandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Tirkiyê biryara referandûmê û bilindkirina Ala Kurdistanê ya li Kerkûkê bû mijara sereke ya nîqaşê ye. Helwesta Tirkiyê ya di vê mijarê de bi taybetî daxuyaniyên Erdogan ên tund wê bandoreke çawa li dahatûya têkîliyên Kurdistan û Tirkiyê bike? Pisporan ev rûdanên giring nirxandin.

Bilindkirina Ala Kurdistanê û biryara referandûmê ya li Kerkûkê di demeke kin de bû mijara rojeva cîhanê. Rûdanên li Kerkûkê li Tirkiyê jî bi berfirehî tê nîqaşkirin. Bi boçûna pisporan Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî jî wek Erdogan reaksiyonek nîşan nedaye. Li gorî çavdêrê siyasî Celal Înal helwesta Tirkiyê û gefên Erdogan digel bandora refarandûma li Tirkiyê, di heman demê de bi wê nêzîktêdayîna Mîsakî Mîllî û jê jî zêdetir bi petrolê ve têkîldar e ne ku Tirkiye ji dila Tirkmenan ketiye. Bi boçûna Înal gavên li Kerkûkê wê ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve meşrû bên dîtin û wê cîhan nikaribe biryara Kerkûkiyan tûne bihesibîne. Ev yek jî wê bike ku encamên erênî yên li rex herêma Kurdistanê peyda bibin.

Çavdêrê siyasî Celal Înal ji K24ê re jî wiha axivî: “Tirkiye tenê wek qozekê kêşeya Kerkûkê bikar tîne. Lê Kurd ne wek berê ne, êdî derbarê berjewendiyên xwe yên neteweyî de xwedî hêza bazareke bilind in û di warê daxwazên xwe de jî di qonaxa navneteweyî de li cihekî meşrû, reva û mafdar rawestiyan e. Gotineke Barzanî heye ji bo Tirkiyê dibe ku cihê nîşqaşê be, lê di qonaxa yaseyên navneteweyî de li ser bingeheke rewa û meşrû ye. Wiha dibêje: "Gava Areb, Fars û Tirkan xaka me parçe kirin ji me ne pirsîn. Dema ku em jî Kurdistanê bi hev ve girêdin ji wan napirsin."

Pispor Bîlgay Duman dibêje Tirkiye Herêma Kurdistanê ji aliyê aborî û ewlekariyê ve wek şîrîkê xwe yê stratejîk dinirxîne. Lê li Kerkûkê ger rewş bi vî awayî berdewam bike wê rageşiya di nava têkîliyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê de zêdetir bibin û bandoreke neyînî li ser danûstandinan bike. Bi boçûna Duman Tirkiye ditirse ku kêşeya Kerkûkê li herêmê rê li ber bobelateke mezin veke.

Pisporê Iraqê li ORASAMê Bîlgay Duman ji K24ê re got: “Kêşeya Kerkûkê bi hilbijartinê ve ne elqedar e, meseleyeke siyasî ye. Çareseriya herî baş ya li Kerkûkê beşdarî û hevkariya hemû derûdoran e ya di nava rêveberiyê de. Dema mirov bi tenê di ser serjimar û giraniya siyasî ya Kerkûkê re an jî bi tenê berê xwe bide ser biryara Encûmena Parêzgehê û li meselyê binihêre wê kêşe kurtir bibe. Li Kerkûkê ne aktorekî tenê heye. Ji yekê zêdetir aktor hene wek Tirkiye, Îran û Amerîkayê. Ez ne bawerim ku gavên yek alî ku wê bên avêtin rê li ber encamên erênî veke, ji aliyê Rêveberiya Herêma Kurdistanê ve.”

Li aliyê din pispor diyar dikin ku wek li hemû cîhanê li Kerkûkê jî referandum mafê herî xwezayî yê hemû gelên li wê derê ye û ew jî dikarin bi vîna xwe çarenûsa xwe diyar bikin. Niha jî digel cîhanê Tirkiye jî berê xwe daye û bi meraqeke mezin wan rûdanên siyasî yên li Kerkûkê ku ji aliyê demokrafîk û dewlemendiya jêderkên xwezayî ve xwedî cihekî stratejik e dişopînin.