Berê Firna Amûdê ber bi girtinê ve ye

Firneya Amûdê ya ku nan li bajêr û derdora wê belav dike, ji ber zehmetiyên ku tê re derbas dibe berê wê ber bi girtinê ve ye. Li gorî ku rêveberê firnê dibêje pêwîst bû ku her 7 salan mala agir ji nû ve were nûjen kirin, lê ji sala 2003an ve ew nehatiya nûjenkirin tevî ku hemû alav û keresteyên pêwîst amade ne.

 

K24 – Amûde

Firneya Amûdê ya ku berhema wê 15 ton nan e, ji ber nebûna destên karker û hin pirsgirêkên din berê wê ber bi girtinê ve ye.

Firneya Amûdê ya ku nan li bajêr û derdora wê belav dike, ji ber zehmetiyên ku tê re derbas dibe berê wê ber bi girtinê ve ye. Li gorî ku rêveberê firnê dibêje pêwîst bû ku her 7 salan mala agir ji nû ve were nûjen kirin, lê ji sala 2003an ve ew nehatiya nûjenkirin tevî ku hemû alav û keresteyên pêwîst amade ne.

Nebûna destên karker ji pirsgirêkên ku firna Amûdê tê re derbas dibe, çimkî mûçeyên ku karkerên firnê distînin pir kêm e û ev yek dihêle ku, hejmara karkeran kêm bibe û demijmêrên karên wan dirêj bibin. 

Di sala 1991an de firna Amûdê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hate avakirin û ta niha hemû karkerên firneyê mûçeyên xwe ji hikûmeta Sûriyê werdigrin. Herwiha firneya Amûdê bi berhemê xwe li ser asta parêzgeha Hesekê ya yekemîn e.

Berhemê rojane ji vê firnê re nêzî 15 ton nan e û li ser dirêjahiya 22 demijmêran kar dike, herwiha karkerên firnê nêzî 13 demijeran rojane kar dikin.