HDP û CHPê ji bo biryara Cizîr û Geverê reaksiyon nişan dan

Biryara Cizîr û Geverê li Parlamentoya Tirkiyê hate nîqaşkirin. Parlamenterên HDP û CHPê reaksiyon li hemberî biryara Cizîr û Geverê nişandan gotin; “Çareserî li ser esasen plansaziya ewlehiyê pêk nayê.”
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Biryara Cizîr û Geverê li Parlamentoya Tirkiyê hate nîqaşkirin. Parlamenterên HDP û CHPê reaksiyon li hemberî biryara Cizîr û Geverê nişandan gotin; “Çareserî li ser esasen plansaziya ewlehiyê pêk nayê.” 

Rawejkarê Kemal Kiliçdaroglu û parlamenterê CHPê Okan Gaytancioglu derbarê biryara Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku diyarkiribû wê Cizîr û Gever bibin bajêr, reaksiyon nîşan da û diyar kir ku şert û mercên avakirina bajarên nû hene, lê ne bi rêya ewlehiyê, ev desthilat niha li başûrê Tirkiyê şerekî birêve dibe. Biryarên bi vî rengî divê konsensûseke civakî pêk bên. Pêdiviya gel li herêmê bi dahat û hilberînê heye. Beriya her tiştî divê ev kêşe bên çareserkirin.

Rawejkarê Kemal Kiliçdaroglu Okan Gaytancioglu ji K24ê re got: “Problema mirovan li herêmê kar e, azadî ye. Kiryara muameleya terorîstî kul i wê dere li herkesi tê kirin rêbazeke şaş e. Xaka herî baş li başûrê Tirkiyê ye. Em dibêjin bila li wir hilberîn bê kirin. Lê desthilat ji bo ewlehiyê dixwaze Cizîr û Geverê bike bajêr, ji ber niha nikare ewlehiya wan deveran pêk bîne. Ne li dijî bajarên nû ne, lê divê ev biryar din banê parlamentoyê de bên ragirtin. Lê ew çi dikin bi yaseyên Rewşa Awarte zextan li parlamentoyê dikin.”

Parlamenterê HDPê Îbrahîm Ayhan jî rigihand ew wek partî, beyî îradeya gel çi biryar bên girtin ew rewa û hiqûqî nabinin. Pêwîst e biryara gel bê girtin û ev proses jî bi gel re bê meşandin û nêzîktêdayîna ewlehiyê jî şaş e. Ew ê li hemberî ve biryarê têkoşîna demokrasiyê berdewam bikin.

Parlamenterê HDPê Îbrahim Ayhan got jî: “Cizîr jî Gever jî ser îradeya wê şaredariya wê qeyyûm hatiye avêtin. Îradeya gel li wir hatiye dagirkirin. Ev pirsgirêk jixwe pir mezin e. Tevahî Serokkomarî jî, AKP jî dewlet jî li gelê Cizîr û Geverê ji aliyê ewlehiyê meyze dikin. Niha vê dema dawiyê bajar bikin wîlayet bikin biryara wê jî dan. Îradeya gel nasnakin. Gelê wê derê çawa dixwaze jiyan bike? Çi bibe çi nebe? Gerek îrade û dengê wî gelî bê girtin.”

Plansaziya vegûhêstina parezgariyê ya Cizîr û Geverê pêşi di sala 2016 ande di meha berfenbarê de, ji aliyê Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu ve hatibû ragihandin. Lê ji ber reaksiyonan ev plansazî hatibû rawestandin. Niha jî her diçe reaksiyon bilind dibin. CHP û HDP diyar dikin ku ji bo Tirkiyê cudafikirîn dewlemendiyeke, ew ê qebûl nekin ku îradeyeke tenê hikûm bike li ser wan û ne ferze ku hemû civak jî wek hev bifikire, di mijara avakirina bajarên nû de. Dive vîna parlamentoyê bê naskirin.