Semsûriyên ku ji erdhejê zirar dîtibûn, li benda çareseriyan e

Li navçeya Samsat ya ser bi Semsûrê çend meh berê erdhejek pêk hatibû û di encama vê bobaletê de welatiyan ziyaneke mezin dîtibûn. Hê jî birînên welatiyan yekser nehatine pêçandin û welatî dixwazin kêşeyên wan demildest bên çareserkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Semsûr

Li navçeya Samsat ya ser bi Semsûrê çend meh berê erdhejek pêk hatibû û di encama vê bobaletê de welatiyan ziyaneke mezin dîtibûn. Hê jî birînên welatiyan yekser nehatine pêçandin û welatî dixwazin kêşeyên wan demildest bên çareserkirin.

Li navçeya Samsata ser bi Semsûra bakurê Kurdistanê di 2ê Adara 2017an de bi pîleya 5.5 erdhejek pêk hatibû û di encamê de zirareke mezin rû dabû. Gelek şêniyên Samsatê ji ber ku avahiyên wan hilweşiyan di konên AFADê de dimînin û di bin şert û mercên zehmet de dijîn. Li ser bobeletê çend meh derbas bû lê mexdûriyeta hinek kesan hê jî nehatiye çareserkirin.

Welatî Hasan Kayhan ji K24ê re wiha got: “Ji bo xaniyê me biryara hilweşandinê dane. Ger ku wisa be bila xaniyê çêkin ji me re. Bila li hinda sehabe çêkin. Ji bo navçeya me pêşve biçe divê li wê derê avahî bên çêkirin. Em bixwe kêmendam in.”

Gelek kêşeyên welatiyan hene û ji ber ku ew nayên agahdarkirin nizanin ku dê kengî derbasî avahiyên xwe yên nû bibin. Ew wadê ku ji bo wan hatine dayîn nehatine bi cih û hêviya welatiyan jî êdî nemaye. Ji wan malbatên mexdûr yek jî malbata Kayhan e ku dayikek ligel 4 zarokên xwe yên ku çavên wan nabîne di konê xwe de li benda alîkariyan e.

Welatî Almaz Kayhan jî got: “Kêşeya me xanî ye. Bila ji me re xanî çêbikin û alîkariyê bidin. Em niha tiştekî ku bikin tune ye hevserê min teqewît bûye û 4 zarokên min kêmendam in.”

Welatî Ekrem Kayhan dibêje: “Em 4 mal in, 3 birayên min zewicîne û her yek di konekî de ne û bavê min jî di yekê de ne em 4 mal in bi giştî. Birayekê min nikare bizewice em hemû kêmendam in û çavê me nabîne. Ew xaniyê me çêbûna dê baş buya, lê kes tiştekî nabêje. Êdî bila diyar be jixwe milet hemû bar kir û ji vir derket û em nikarin barkin herin.”

Piştî erdhejê ew konteynirên ku li ber erdheja bajarê Wanê ya sala 2011an mabûn bo navçeyê hatine veguhêstin. Şêniyên Samsatê dixwazin ku şûna bajarên wan bê guhertin û li qada ew sahabeyê bi navê Safvan Bîn Muattal ku tirba wî li wir e bajarekî nû bê çêkirin.