Li nêzîkî Izmirê erdhêj
K24 – Navenda Nûçeyan
Di heremên Marmara û Ege ya Tirkiye de erdhêjekê rû da. Li gor Dezgeha Erdhêjî ya li Kandilli ya Tirkiye mezinahiya erdhêjê 6,3 bû ye.
Navenda erdhêjê jî, devera Karaburun a Izmirê hatite destnîşankirin.
Heta niha ji alî Tirkiye ve, li ser ziyanên erdhêjê tu daxûyanî nehatiye dan.