Kurdistaneke serbixwe jibo Tirkiyê tehdît e an firsend e?

Kurd24

Li Rojhilata Navîn, welatê ku herî zêde di tesîra pirsa Kurd da ye, yan jî bi vê meselê re têkildar e, şik tune ye ku Tirkiye ye. Sedemên vêya jî gelek diyar in: Berî her tiştî, ji nîvî zêdetir ê tevaya nifusa Kurdan li Tirkiyê dijîn. Li aliyê din, ji nîvî pirtir ê axa Kurdistanê di nav sînorê Tirkiyê da dimîne. Herweha, Tirkiye ji sê aliyan ve, ji hêla rojhilat, rojava û başûrê rojava ve cîranê Kurdan û axa Kurdistanê ye. Tişteke din jî ev e, ku dewleta Osmanî ya ku Tirkiye wek dewamiya wê ye, bi qasî çar sed salî sisêyan çarê nifus û axa Kurdistanê qontrol kiriye.

Ji ber van pêwendiyên piralî, di serê sedasala borî de, dema Tirkiyê di pirsa Kurd de biryara siyaseta zor û inkarê da, di heman demê xwe li Rojhilata Navîn de di pêşengiya bereya dijê Kurd da dît. Tirkiyê, di sed sala derbasbûyî de ne tenê di navxwe da, lê herweha di welatê wek Irak, Iran û Suriyê ku bi pirsa Kurd re rûbirû ne de jî, bona têkbirina Kurdan çê desthat paşda neda. Bi vê mebestê di nav tefaqên dijê Kurd yê wek CENTO da cihê xwe girt.

Sedemê vê têgeha Tirkiyê ew bû, ku li herêmê her tevger û destkeftiyeke Kurdan wê li ser tevgera Kurd ya bakur bi zêdeyî tesir bikiriya.

Elbet Tirkiya ku pirsa Kurd jibo xwe xeter destnişan kiribû, di vê helwesta xwe da pir jî neheq nebû.

Lê dema mirov têgeha Tirkiyê ya berê ya li ser inkâr û zordariyê ji berovajê wê şirove bike, dikare bê gotin ku li Rojhilata Navîn, yê ku ji safîkirna pirsa Kurd herî zêde îstîfade bike jî wê Tirkiye be.

Divê em bînên bîra xwe, ku pêşketinên Kurdistana Başur yê 25 salên dawî çi qasî karigerî li ser Tirkiyê û tevegera Kurd ya Bakur kirine.

Ev tişt pir zelal e, ku heta îro bandora peşketin û destkeftinên Başurê Kuristanê yên li ser geşgirina hestên netewî li Bakur erênî bûye. Herweha pêwendiyên di navbera Tirkiyê û Kurdistana Başur zor daye Tirkiyê ku siyaseta xwe ya derbarê pirsa Kurd biguhurine. Bi gotineke din, dan û standinên aborî, sîyasî û diplomasî yên navbera herdu aliyan, siyaseta Tirkiyê ya derbarê pirsa Kurd heta astek nerm kir. Ev pevajoya ku em behsay dikin, li Tirkiyê jibo safîkirina pirsa Kurd zemîneke pozitif pêkanî. Em tev dizanin, ku di salên borî de Serokê Herêma Kurdistanê û aqtorên siyasi yên Başûr, di hewldanên çareseriyê yên Bakûr de roleke çawa grîng leyistine.

Nuha em bên mijara xwe ya aqtuel. Di 25ê İlona 2017an de li Kurdistana Başûr referanduma serxwebûnê tê lidarxistin. Bi vê ve girêdayî pirsa ku derdikeve pêş ev e. Gelo Kurdistaneke serbixwe jibo Tirkiyê xeter e an derfet e?

Şik tune ye ku Kurdistaneke serbixwe; wek li perçeyên din, wê jibo tevgera Kurd ya Tirkiyê jî moralek baş peyda bike. Elbete ev tişt, li gor pîvanên siyaseta wî ya berê, jibo Tirkiyê tişteke ne baş e. Lê divê em bêjin ku jixwe pirsgireke Kurd ya Tirkiyê ya sedsalî heye û Kurdistaneke serbixwe hebe jî tune be jî, divê ev pirs bi awayekî bê çarserkirin.

Di vê noqtê de mijar ev e, gelo Tirkiye wê vê kêşeyê bi riyên aştiyane safî bike yan jî siyaseta berê da israr bike?

Bi nêrîna me dema Tirkiye di çareserkirina pirsa Kurd de rêbazên aşitiyane tercih bike, ew gav Kurdistaneke serbixwe jibo Tirkiyê wê ne xeter be, eksê wê, belk jî wê firsendek pêkbîne.

Bi gotineke din Kurdistaneke serbixwe wê du encamên berovajî derxe holê. Yek jê wê rê veke ku tevegera Kurd li Tirkiyê hîn xurtir bibe. Lê li aliyê din Kurdistaneke serbixwe dikare li Bakûr mêla radikalizmê heta ciyek daxe xwarê. Pêwendiyên bi Kurdistana serbixwe ra li ser esasê rêzgirtinê û wekhevîyê dikare li Bakur pêla tundutijiyê kêm bike û rêbazên siyasi û pergalên diyaloxê hîn caziptir bike.

Ger bi mihawelên Herêma Kurdistanê yên 10-15 salê dawî re bê qiyas kirin, dewleteke serbixwe, li Tirkiyê bona safikirina pirsa Kurd bi rêbazên aştiyane, dikare hîn zêdetir tiştan bike. Di mijara nabeyncitiyê de, di nêziktirina terefan de dibe ku hîn bi efectif be.

Şik tune ye ku Kurdên Bakûr wê Kurdistana serbixwe wek dewleta xwe bibînên. Dema Tirkiye bi dewleta Kurdistanê re pêwendiyên baş dayne, wê Kurdên başur zêdetir xwedî li Tirkiyê derkevin. Hesasetiya li ser parastına dewleta Kurdistanê dikare tevgera Kurdên Bakur ber bi rasyonaliteyiyê û çêkeriyê ve biguhurine.

Bi kurtahî dewleteke Kurdistanê dikare li Tirkiyê jibo çareseriyê îklimeke musaid çêke û imkanatên çareseriya siyasi û aştiyane zêde bike.

Li aliyê din pêwendiyên bi Kurdistana serbixwe ra, wê firsend çêbebike ku Tikiye bi tevayê Kurdên Rojhelat re diyalog û tefaqê dayne. Tirkiye dema bi arikariya dewleta Kurdistanê pirsa navxwe safî bike û bi Kurdên mayî ra jî pêwendiyên li ser dostanî û biratiyê dayne, şik tune ye ku wê hêza xwe carek da du qat mezin bike.

Sewiya pêwendiyên Tirkiyê bi Kurdistaneke serbixwe ra, hem jibo Tirkiyê û hem jî li Rojhelata Navîn dikare bibe kilîdê aştiyê û aramiyê.

18.07.2017