Necmedîn Kerîm: Parastina Kerkûkê di dema referandûmê de gotûbêj dikin

Piştî bidawîbûna civîna ligel fermandarên Pêşmerge, Parêzgarê Kerkûkê ragihand, di civînê de behsa tedabîrên ewlekariyê di dema birêvebirina referandûmê li Kerkûkê hate kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî bidawîbûna civîna ligel fermandarên Pêşmerge, Parêzgarê Kerkûkê ragihand, di civînê de behsa tedabîrên ewlekariyê di dema birêvebirina referandûmê li Kerkûkê hate kirin. Amaje bi wê jî kir, bê Pêşmerge Hiwêca naye azadkirin.

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm li Kerkûkê ligel fermandarên Pêşmerge civiya bû, piştre di konferanseke rojnamevanî de ragihand, berpirsên polîsê jî beşdarî civînê bûn, rewşa ewlehiya Kerkûkê, çawa çeperên şer bihêz bibin û çi pêwîst e bibe, hatin gotûbêjkirin.

Parêzgarê Kerkûkê ragihand jî, her di wê civînê de behsa metrisiyên li ser Kerkûkê hene hate kirin, bi taybet ku Tilefer hate azadkirin. Pirsa azadkirina Hiwêce û hevahengiya di navbera hêzan jî hate gotbêjkirin. Pêşmerge her demê amade ye hevahengiyê ligel artêşa Iraqê bi armanca azadkirina Hiwêceyê bike.

Got jî, di civînê de behsa referandûmê li Kerkûkê û tedbîrên ewlehiyê hate kirin, bo di dema birêvebirina referandûmê de bajar parastî be.

Necmedîn Kerîm amaje bi wê jî kir, dixwazin bilez Hiwêce bê kontolkirin, ji bo xelkê wê beşdarî referandûmê bibin. Tekezî li ser wê jî kir, bêyî Pêşmerge Hiwêca naye kontrolkirin.

Parêzgarê Kerkûkê got jî: “Pirsa Ala Kurdistanê çareser bûye, Ala Kurdistanê li Kerkûkê bilind dimîne û referandûm jî li Kerkûkê bi rê ve diçe.”