Aloziyên di navbeyna nîjadperestên Tirk de berferehtir dibin

K24 – Navenda Nûçeyan

Bereyên nîjadperest ên Tirk, bi du aliyan ketiye nav dijberiyê de. Li aliyekî bereyê bi serokayetiya Dewlet Bahçelî ya MHP, li aliyek din damezrandina Partiyek nû ya nîjadperestan bi serokatiya Meral Akşener, ku niha gelek dijberên Bahçeli di nav xwe de kom kiriye.

Di vê dumahiyê de, herweha liser bereyek nû di nav nîjadperestan de tê axaftin, ku yek ji wan jî Sinan Ogan e. Ogan jî wekî dijberek di nav nîjadperestan de tê nasîn û di hevpeyvîna xwe ligel rojnameya Sozcu ya nêzîkî xeta nîjadperest de diyar dike: Ew naxwaze bibe endamê “Partiya nû” ya Akşener û wekî nîjadperestek dê xebata xwe bidomîne.

Ligor şirovevanên nêzîkî nîjadperestan, dibe ku bereyek sêyemîn ji nav tevgera nîjadperestî ya Tirk de derkeve.