Li Bakur bayê serxwebûnê

Kurd24

Di vê du salên dawî de du tofanên mezin hatin serê Kurdistana Bakur. Ya ewil di 2015’de li hin bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê kolandina çal û hendekan bû ji aliyê PKKê ve. Ji ber van kirinên PKKê gelek bajar û qesebeyên Kurdistanê serûbin û wêran bûn. Dewletê jî vê rewşê jibo xwe bi kar anî û her derî da ber tanq û topan. Xelq şerpeze bû, mala xelqê xira bû. Her usa jî Kurd li hember van bûyeran şaş û mat man. Ev malxirabî jibo çi hat serê wan, çi qewimî, wan tu tiştek fahm nekirin.

Li ser vê pêvajoya derê eqil Kurd xwe kişandin nav qalikê xwe. Ji siyasetê sar bûn, heta derekî baweriya xwe jî winda kirin. Ji kûçe kolanan paş ve kişîyan. Bêdengîyek da ser çarmedorê Bakurê Kurdistanê.

Bakurê Kurdistanê derbeya diduyan jî piştê hewldana derbeya 15ê Temuzê xwar. Di 15ê Temuzê de derbeya ku li Tirkiyê neçû serî, rê da hikumetê ku derbeyek mezin li Bakurê Kurdistanê bixe û xist jî. Di derbeyeke rasteqin de çi tê serê welat û civatek, piştê 15ê Temuzê ew hemî, heta bi zêdetir hatin serê Kurdên Bakur. Ji 15ê Temuza 2016an heta îro bi deh hezaran mirov hatin girtin, işkence dîn, ketên hefsan. Bi sedan wekil, şaredar, siyasetmedar hatin girtin yan jî ji kar hatên dur xistin. Hema hema ji tevayê şaredariyan re kayum hatin tayin kirin. Dezgeyên demokratik piraniya wan hatin girtin, çapmeniya ku hebû jî dengê wî hat birîn. Lê ya herî xirab ew bû ku dewletê xwest xelqê bi birçîtîyê terbiye bike. Armanca ji kar avêtina bi deh hezaran memuran ev bû. Li ser van kirayarên ne mirovane û dijê demokrasiye Kurdên reben hin zêde paş ve kişîyan û ji bo karê xwe winda nekin, jibo debara zarûyê xwe bi rêve bibin, ji binî ve ji siyasetê dur ketên. Heta meriv dikare bêje ku ji siyasetê xeyidîn.

Ev demek dirêj e ku li Kurdistana Bakur kuçe û kolan bêdeng bûn.

Lê biryara referanduma sexwebûnê ya 25ê İlonê, wek xuyaye wê hêdî hêdî vê rewşa xirab biguhurine û ji nuha ve diguhurinê jî. Baya serxwebûnê, xweliya mirinê ya ku li ser Bakurê Kurdistanê hatibû raxistin radike, carek din rih û hêviyek nû li Bakurê welatê me peyda dike.

Piştê biryardayîna referanduma serxwebûnê ya 25ê İlonê, li Bakur gelek parti, dezgeyên sivil û kesayetî di 15ê Tebaxê, 2017an de li Diyarbekirê civiyan û bi armanca piştgiriya referanduma serxwebûnê hewldanek bi navê İnîsîyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê pêkanîn.

İnîsîyatîfa Piştgiriyê bernameyeke xebatê çêkir û jibo xwe du armancên giring destnîşan kir.

Yek; li Bakurê Kurdistanê, peyda kirin û zêdekirina piştgriyê jibo referanduma serxwebûna 25ê İlonê.

Du; li rojava, yanî li Tirkiyê, derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê de agahdarkirina partî û dezgeyên sivîl bi awayeke rast û her weha ji bo vê pêvajoyê daxwaza piştgiriyê ji aliyê Tirkan.

İnîsîyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê ev meheke ku bi vê meqsedê kar û bareke aqtif rêve dibe. Li gor bernameya xwe ya xebatê ji aliyêk ve li Enqerê parti û dezgeyên Tirkiyê ra derbarê referandûma serxwebûnê hevdîtinan çêdike, ji aliyên din ve li Kurdistanê li bajar bajar civînan çêdike, bi gel ra tê ber hev, derheqê referanduma serxwbûnê de baldarî û heşyariyê geş dike.

Tiştek balkêş ew e ku roja ku li Diyarbekirê İnîsîyatîfa merkezî ava bû, heman demê de li gelek bajarên Kurdistanê de jibo piştgiriya serxwebûnê ji berxwe ve înîsîyatîf ava bûn û heryekê ji aliyê xwe ve dest bi xebatan kirin. Di van înîsîyatîfên herêman de ne tenê aligirên partiyan ci digrin, ewqasa jî kesên ji rêzê, ronakbîr û kesayetên navdar jî di van înîsîyatîfan da kar dikin.

Civînên jibo piştgiriya referanduma serxwebûnê gelek bala xelqê dikşîne. Ji hemî aliyên civatê mirov beşdarê civînên piştgiriya serxwebûnê dibin. Beşdar bi coş diaxivin, ji dil tevlê niqaşan dibin û bi baweriyek xurt piştgiriya xwe jibo serxwebûnê eşkere dikin.

Hin cih hene ku wali-parêzgar bi hinceta Rewşa Awerte desturê nadin civînên berfireh. Di rewşê wisa de jî xelq li kû derê bibîne, li cihê partiyêk, eywana sendiqayek yan ciyeke din, komdibin û coşa piştgiriya serxwebûnê geş dikin.

Kurdên Bakûr bi xêra baya serxwebûnê xweliya mirinê ji ser xwe davêjin, carek din ji qalikê xwe derdikevin û tirs û travmayên li ser xwe dişkînên. Li ciyê hêvîyên xwe yên şikestî, li dora hêviya serxwebûna Kurdistanê radibin li ser piyan û bi rê dikevin.

Tişteke din jî ev ku mijara serxwebûnê hemî kurdan tinê ber hev. Ev xaleke usa ye ku piraniya Kurdan li ser wî digihîşên mutabaqateke neteweyî. Bi gotineke din baya serxwebûnê li Bakur tenê nabe sedemê coş, tevger û hêvîyê, bi eynî awayî di navebra aliyên siyasî de rê û zemina hevkarî, dan û stendin û diyalogê jî pêktine.

Lazim e çend tişt jî li ser hevdîtinên ku İnîsîyatîfê li Enqerê kiriye bêjim. Carek, helwesta dezgeyên ku heta nuha bi wan ra hevditên hatine kirin bi tevayî pozitif e û ev jî ciyê kêyfxweşiyê ye. Ya muhim helwesta CHP bû. Ji aliyê CHPê ve qebulkirina hevdîtinê bi İnîsîyatifê re û ser de jî li ser mijara serxwebûna Kurdistanê bi serê xwe gring e. Ji ber ku CHP damezrênerê Komara Tirkiyê ye, helwesta wî ya derbarê referandûma serxwebûnê pir gring e. Wek encam dikare bê gotin ku hevditina bi CHPê ra him wek sembolik ve û him jî aliyê armanca İnîsîyatîfê ve karekê gelek muhim bû.

Hin ev baya serxwbûnê ye ku ewqasa bi bandor e û rê li pêşiya van guhartinan vedike. Gelo îlankirina serxwebûna Kurdistanê wê li çar perçeyê Kurdistanê û li seranserê Rojhelata Navîn pêşi ji guhartinên çawa re veke?