Nivîskarekî Turk: Enqera nikare pêwendiyên xwe li gel Hewlêrê têk bide

Nivîskarekî navdar yê Tirkiyê, karvedanên hikûmeta Tirkiyê beramberî referanduma serxwebûna Kurdistanê weke şaştî binav dike.

K24- Navenda Nûçeyan

Nivîskarekî navdar yê Tirkiyê, karvedanên hikûmeta Tirkiyê beramberî referanduma serxwebûna Kurdistanê weke şaştî binav dike.

Ehmed Hakan di rojnameya Hurriyet de nivîsiye, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştevanî ji serokê Amerîka û piştevaniya gellek welatên navçeyê bidest xwe ve aniye.

Hakan di nivîsa xwe de behsa egera birrîna pêwendiyên abûrî di navbera Hewlêr û Enqerê de dike û dibêje: “Ew karekî neqebûlkirî ye, heger Tirkiyê wî karî bike ewê ziyanekê mezin li abûriya xwe bike.”

Navhatî tekez kir, ku pêwîstiya Tirkiyê bi Barzanî û Herêma Kurdistanê heye.