Enqere: Hewleke guhartina sînoran heye

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê ragihand, hin alî hewla guhartina sînoran dikin û sînorên nû bikişînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê ragihand, hin alî hewla guhartina sînoran dikin û sînorên nû bikişînin.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Hakan Çawûşoglu navê wan aliyan diyar nekiriye û tenê amaje bi hebûna wan hewlan kiriye.

Ajansa nûçeyan “Anadolu” a Tirkî belav kir, Çawûşoglu gotiye: “Ew alî piştî 100 salî ji rêkeftina Sykes – Picotê dixwazin sînoran biguhêrin.

Rêkeftina Sykes – Picotê ya 16ê Gulana 1916an, rêkeftineke nehênî di navbera Brîtanya û Fransayê de bû, ji bo dabeşkirina Rojhilata Navîn hate îmzekirin. Piştre, Rûsyaya Bolshevikî naveroka wê rekeftinê aşkere kir.

Ew berpirsê Tirkî dibêje: “Em bûyerên Sûriyê û proseya referandûma bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) dibînin, lê em ji tedabîrên ku me girtine ber, bi bawer in.”

Ew daxuyaniya wî berpirsê Tirkî piştî wê yekê tê, ku di 25ê Îlonê de proseya referandûma serxwebûna Kurdistanê bi rê ve çû û zêdetir ji sedî 90 dengdaran dengên xwe dan serxwebûna Kurdistanê.