Wezîrê berevaniya Birîtanya peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê re şand
K24- Navenda Nûçeyan
Wezîrê berevaniya Birîtanya Maykil Falin di nameyekê de ji bo serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, daxwaza gotûbêjên avaker di navbera Hewlêr û Bexdayê de dike.
Li gorî daxuyaniya serokatiya Herêma Kurdistanê, Maykil Falin di nameya xwe de ji Serok Barzanî re dibêje: “Niha piştî ku referandum hate encamdan, em daxwazê ji we dikin hûn dest bi gotûbêjên avaker li gel Bexdayê û welatên cîranan bikin, heya hûn bigihêjin çareyekê guncayî ji bo hemû aliyekî bi awayekî rêxistî û aram.”
Di beşekî din yê nameya xwe de ji bo Serok Barzanî, wezîrê berevaniya Birîtanya, ji bilî pesindana gelê Kurdistanê di şerê dijî terorê de û qurbaniyên ku di wî şerî de dane, destxweşî li Serok Barzanî kir, ku li gel hebûna şer û pirsgirêkan hevsengiya hikumraniyê li Kurdistanê li berçav girtiye, herweha daxwaz dike Kurdistan di şerê dijî DAIŞê de berdewam be, bi awayekî rê nedin dubendî bikeve navbera Kurdistan û Iraqê de û navçeyên azadkirî, bi awayekî aram bimînin.