Kurdistan duyem dewleta demokrasî li navçê ye

Feylesof û akademesyenê Fransî Bernard Henri Levy dibêje: “Piştî referandûma serxwebûnê, welatên rojava li dijî Herêma Kurdistanê piştevanî dan Iraq, Tirkiye û Îranê, ku welatên şikestîxwar in, di demekê de Kurdistan dibe duyem dewleta demokrasî li navçê.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Levy di hevpeyvînekê de ligel kenala Amerîkî “CNN” de got: “Bi zelalî dibêjim, şaşîtiyeke mezin e Amerîka û Fransa dikin, Kurd hevpeymaneke sirûştî ye û deng da ji bo avakirina demokrasiyeke rastî, dê bibe duyem dewleta demokrasî li navçê. Em bi şermî ji wan re dibêjin wiha nekin û piştevaniya dewletên şikestîxwar dikin. Li Iraqê dewlet nîn e, her ne dewlet e. bi wê helwestê jî Tirkiye, Îran û Iraqê li dijî Kurdistanê bihêz dikin.”

Ew feylesofê Fransî dibêje: “Ew şermezariyeke mezin e ji welatên rojava re. Berî çend rojan wek çavdêrekî navdewletî li ser referandûmê, ez li Hewlêrê bûm. Di rastiyê de referandûmeke baş bû û li gor pîvanên navdewletî bi rê ve çû û dadperwerane dengdan hate kirin.”

Got jî: “Rewşa Kurd ya îro, Îsraîla sala 1948an tîne bîra min, 7 milyon kes ji aliyê 160 milyon dijmin ve dorpêçkirî bû, ji împeratoriyên mezin û welatên şikestîxwar ve. Îranê hîn ne dewleteke demokrasî ye, Tirkiyeya Erdogan roj bi roj demokrasî tê de lawaz dibe û ti kes piştevaniya Kurd neke. Ev dorpêçkirina Kurd ji min û ji her kesekî demokrasî re ku guhdariya me dike, dilşikestinek e.”