Turkya: Hêzên me derbasî Herêma Kurdistanê nebûne

Peyvdarê hikûmeta Turkya Bekir Bozdag ragihand, nûçeyên behsa derbasbûna artêşa Turkya ji bo Herêma Kurdistanê dikin nerast in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê hikûmeta Turkya Bekir Bozdag ragihand, nûçeyên behsa derbasbûna artêşa Turkya ji bo Herêma Kurdistanê dikin nerast in.

Bekir Bozdag piştî civîna desteya wezîrên Turkya, di konfiransekî rojnamevanî de, derbarê belavbûna nûçeyan li ser derbasbûna artêşa Turkya ji bo sînorên Herêma Kurdistanê got: “Ew nûçe tenê şirove ne, Enqere wê bi aqilane û aramî tevbigere.”

Bozdag careke din nerîna Turkya ya li dijî encamdana referanduma serxwebûnê dubare kir û got: “Em ne referandumê ne jî encamên wê qebûl dikin.”

Navhatî tekezî li ser yekîtiya axa Iraqê kir û got jî: “Wê Turkya di mijara referandumê de, bi Îran û Iraqê re hevkariyê bike û bi herdu welatan re bi hevrêzî tevbigere.