Berpirsekî Amerîkî: Îran nakokiyên di nav YNKê de li dijî referandumê bikar anî
K24 - Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê asayişa netewî ya Amerîka Ceneral H. R. McMaster ragihand: "Îraniyan dabeşbûna navxwe ya kurdan li ser dijî ewlehî û aramiya Iraqê bikar anîn".
McMaster got: "Piştî koça dawî ya serokê berê yê Iraqê Celal Talebanî, Îranê dabeşbûna di nav hikûmeta Herêma Kurdistan û nav Yekîtî Niştimanî Kurdistan de ji xwe re bikar anî û piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê, Îraniyan roleke giring di nav hikûmeta Herêma Kurdistanê de lîst û ew dabeşbûn ji bo berjewendiyên xwe bikar anî."
Navhatî got jî: "Li her cihekî kêşe hebe û di navbera civakan de fitne hebe û tundî zêde bibe û wêrankarî belav bibe, destê Supaya Pasdarana Îranê tê dîtin."
McMaster tekez kir ku rûbirûbûna Îranê ji yekemîn karên Amerîka ye.