HAK-PAR piştevaniya xwe ji PDK-T re diyarkir
K24 – Navenda Nûçeyan
Buroya Ragihandinê ya Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bi daxûyaniyekê doza hemberê girtina Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye, protesto kir û piştevaniya xwe ji PDK-T re diyarkir.
Di daxûyaniyê de, doza hemberê PDK-T dijberê rêkeftinên navneteweyî hate liqelem dan û wekî binpêkirinek hemberê binemayên demokrasiyê, mafê mirovan, azadiya ramanî û birêxistinbûnê hate wesfkirin.
Ev kiryara Dozgeriya Enqereyê herweha wekî karvedanek dijberê gelê Kurd û kîn a girêdayî Kurdistanê binavkir.