Wezîrê Derve yê Amerîka pêwendiyê bi Serok Barzanî re dike

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson di riya telefonê re pêwendi bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re kir û amadehiya welatê xwe ji bo hevkariya Hewlêr û Bexdayê ji bo destpêkirina guftûgoyan nîşan da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Malpera Wezareta Derve ya Amerîka belav kir, Rex Tillerson daxwazê ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dike, destpêşxeriya hikûmeta Herêma Kurdistanê qebûl bike û li ser binemaya destûrê dest bi guftûgoyan bike.

Wezîrê Derve yê Amerîka amaje bi wê jî kiriye, pêwendiya telefonî ya dûr û dirêj bi Serok Barzanî re kiriye û amade ne hevkariye Hewlêr û Bexdayê bike ji bo destpêkirina guftûgoyan.

Tillerson diyar kir, Amerîka dostê Iraqê û dostê Kurdistanê ye jî û daxwaz ji hêzên Iraqî û Pêşmerge dike, dawiyê li pevçûnan bînin.

Wezîrê Derve yê Amerîka ragihand jî, di vê qonaxê de welatê wî piştevaniyê li Iraqeke yekgirtî, federal û demokratîk dike.