Siûdîyê pêşwaziya destpêşxeriya Kurdistanê kir

Ligor Ajansa WAS a Erebistana Siûdî liser zarê berpirsek pilebilind li desthilata Siûdî, piştgiriya xwe ji destpêşxeriya Kurdstanê ya 3 xalan re diyar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor  Ajansa WAS a Erebistana Siûdî liser zarê berpirsek pilebilind li desthilata Siûdî, piştgiriya xwe ji pêşxeriya Kurdstanê ya 3 xalan re diyar kir.

Ajans radighîne ku, Erebistana Siûdî bi hurgilî bûyerên li Iraqê û Kurdistanê dişopîne. Daxwaz dike pirsgirêk di çarçoweya danûstandinan de bên çareserkirin, yekîtiya xaka Iraqê bû parastin û ligor Destûrê gav bên avêtin.