Ebadî ketiye bin çakûçê Amerîka û sindanê Îranê de

Amerîka daxwaza hilweşandina Heşda Şeibî dike û Îran daxwaza Amerîka red dike

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraq Heyder Ebadî, di navbera guvaşên Amerîka de ji bo hilweşandina Heşda Şeibî û redkirina Îranê ji daxwaza Amerîka re, ketiye bin guvaşeke mezin de.

Li ser vê yekê, rojnameya El-Cerîde ya Kiwêtî di raporekê de eşkere kiriye, ku di serdana xwe de ya vê dawiyê ji bo Îranê, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji rêberê Koamara Islamiya Îranê Ayetulla Xamineyî re gotiye: "Ez bi niyet im Heşda Şeibî hilweşînim û tevlî artêşa Iraqê bikim."

Lê ev daxwaza ji aliyê Xamineyî ve hat redkirin û ji Ebadî re got: "Ti carî çênabe Heşda Şeibî bê hilweşandin heya ku tevahiya metirsiyên emnî li ser Iraqê bidawî nebin û pêwîst e Heşd wek xwebexşên Besîc yên Îranî bin û piştevaniya hikûmetê bikin."

Li gorî heman rojnameyê, Ebadî bi zelalî ji Xamineyî re gotiye: "Di dawîn serdana xwe de ji bo Iraqê, wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson ragihandiye, ku îdara serok Donalld Trump daxwaz kiriye Heşda Şeibî were hilweşandin, yan jî tevlî artêşa Iraqê bibe û Amerîka bi wî mercî berdewam dibe li ser piştevaniya Bexdayê, ew jî ku Bexda nehêle Heşda Şeibî derbasî nav sînorên Herêma Kurdistanê bibe."

Berî niha jî Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ku Heşda Şeibî bi alîkariya Supaya Pasdaran û Hizbullaha Lubnanî ji çar aliyan ve êrîşî navçeyên rojavayê Dicla kiriye, vê yekê hişt ku wezîrê derve yê Amerîka bi telefonê pêwendiyê li gel Ebadî bike û jêre gotiye, ku hûn Ereb in ne Furs in û pêwîst e hejmûna Îranê li ser Iraqê bidawî bînin.

Piştî wan pêşketinan, Ebadî ferman da Heşda Şeibî ku êrîşên xwe li ser Herêma Kurdistanê rawestînin.