Petrola Kerkûkê diçe Îranê

Iraq petrola Kerkûkê dişîne parzûngehên başûrê Iraqê dike û di demên nêzîk de jî petrola Kerkûkê dişîne parzûngehên Îranê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Iraq petrola Kerkûkê dişîne parzûngehên başûrê Iraqê dike û di demên nêzîk de jî petrola Kerkûkê dişîne parzûngehên Îranê dike.

Kompanyaya petrola Iraqê difiroşe “Somo” ragihand, bi Îranê re di guftûgoyê de ne, ji bo rojan 15 hezar bermîl petrola Kerkûkê bişînin parzûngeha petrolê ya li Kirmanşanê.

Kompanyayê aşkere kir jî, destpêkê bi tankeran petrolê dişînin, piştre jî boriyên petrolê dirust dikin da ku rojane 25 hezar bermîl bişênin parzûngeha Kirmanşanê.

Hikûmeta Bexdayê berhema petrola Kerkûkê bi tankeran vediguhêze parzûngehên başûrê Iraqê.