Bahçelî: benda ketina Parlementoyê gelek giran e
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê MHPê Dewlet Baxçelî peyama benda hilbijartinê dikare bê kêmkirin da û got, benda hilbijartinê ya sedî 10 a ketina Parlementoyê ji bo Tirkiyê gelek girane.
Dewlet Baxçelî diyar kir ku ew ne alîgirê hilbijartina pêşwextin û ti pirsgirêka wan ya benda hilbijartinê nîne. Baxçelî diyar kir ku pêwîstiya Tirkiyê bi aramiyê heye û dikarin bi lihevkirinekê ev bend were kêmkirin. Baxçelî got, ev bend dikare sedî 5, 6, 7 yan jî wê weke xwe bimêne be.
Ev daxuyaniyên Baxçelî piştî wê yekê tên ku 25ê meha borî partiyek bi navê Iyi Parti (Partiya Baş) ji MHPê cûda bû û herwiha li gor rapirsiyên herî dawî rêjeya dengên MHPê daketiye derdora sedî 7'an.