Hussiyan dîsa bi mûşekê êrîşî Riyad kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor Reuters li paytexta Erebistana Siûdî, dengên hin teqînan hatin.
Piştî agahdariya Reuters telewizyona Hussiyên Yemenê eşkerekir ku, bi mûşekek Volcano 2-H Qesra El Yamamah hatiye armanckirin.
Mûşek beriya gihiştine armanca xwe, ji aliyê Erebistana Siûdî ve hatiye xistin û tu zerarek canî pêk ne hatiye.
Hêzên esmanî yên Hevpeymaniya Erebî, piştî xistina mûşeka Hussiyan, êrîş birine ser navendên Hussiyan li Sanaa ya Yemenê.