Wezaret hinaredekirina petrola herêmê ya 2017an aşkere dike

Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê asta hinardekirin petrola herêmê di sala 2017an de aşkere dike, ku rojane bi rêjeya 445 hezar û 301 bermîl petrol bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê asta hinardekirin petrola herêmê di sala 2017an de aşkere dike, ku rojane bi rêjeya 445 hezar û 301 bermîl petrol bû.

Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê li hejmara xwe ya tûra civakî “Twitter” rêjeya hinardekirina rojane ya çar mehên dawiyê ji sala 2017an belav kir.

Li gor wezaretê, di çar mehên dawiyê yên sala 2017an de bi vî awayî bû:

Meha Îlonê: Rojane 514 hezar û 51 bermîl bû.

Meha Cotmehê: Rojane 384 hezar û 659 bermîl bû.

Meha Mijdarê: Rojane 252 hezar û 301 bermîl bû.

Meha Berçile: Rojane 263 hezar û 542 bermîl bû.

Kêmbûna asta hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di sê mehên dawiyê yên sala 2017an, vedigere êrîşa Heşda Şeibî û hêzên Iraqî li ser Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, bi taybet jî piştî 16 Cotmeha bûrî, ku her du kêlgehên Avana û Bay Hesen kontrol kirin.