Erdogan ji Putîn re: Êrîşa li ser Efrînê dê berdewam be

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ji Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin re gotiye, êrîşa li ser Efrînê dê berdewam be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ji Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin re gotiye, êrîşa li ser Efrînê dê berdewam be.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin di pêwendiyeke telefonî de guftûgo li ser operasyona Efrîn û avakirina xalên çavderiyê li Idlibê pêwendiyeke kirin.

Li gor nûçeya ajansa “Reuters” Di pêwendiya telefonî ya Erdogan ji Putîn re gotiye operasyona leşkerî ya bi navê “Şaxa Zeytûnê” a li dijî Efrînê wek çawa hatiye plankirin, dê berdewam be.

Hat ragihandin jî, di pêwendiya telefonî de ya her du aliyan de mijarên wek avakirina xalên çavderiyê yên li navçeya kêmkirina aloziyê ya Îdlibê hatiye behskirin.

Artêşa Tirkiyê ji 20ê meha bûrî êrîşeke leşkerî li dijî Efrînê dest pê kiriye. Televizyona fermî ya Hikûmeta Sûriyê ragihandibû, dê di çend demjimêrên bê de, hêzên taybet yên artêşa Sûriyê, derbasî nav bajarê Efrînê bibin, ew jî li gorî‌ rêketinekê ku di navbera YPGê û Hikûmeta Sûriyê de hatiye kirin.

Ji aliyê xwe ve, Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Hesekê ji K24ê re ragihand, ku heya niha ti rêkeftin di nav wan û artêşa Sûriyê de çê nebûye ku ew artêş derbasî bajarê Efrînê bibe.