Artêşa Tirkiyê hewla çûna nava Cindirêsê dide

Şanderê K24ê bo Efrînê Ekrem Salih ragihand, artêşa Tirkiyê îro 8 eniyan li herêma Efrînê bi tundî bombebaran dike, tevî ku ti navendên leşkerî li navenda Cindirêsê tune ne ew bajarok ji şeva bûrî ve bi tundî tê bombebarankirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanderê K24ê bo Efrînê Ekrem Salih ragihand, artêşa Tirkiyê îro 8 eniyan li herêma Efrînê bi tundî bombebaran dike, tevî ku ti navendên leşkerî li navenda Cindirêsê tune ne ew bajarok ji şeva bûrî ve bi tundî tê bombebarankirin.

Herwiha got jî, helîkopterên artêşa Tirkiyê yên ji cura Kobra ji şeva bûrî ve bi tundî navenda navçeya Cindirêsê bombebaran dike û artêşa Tirkiyê ligel grûpên çekdar ên ser bi wê ve hewl didin derbasî bajarokê Cindirêsê bibin.

Bajarokê Cindirêsê mezintirîn navçeyên Efrînê ye û 20 K.M li başûrê rojavayê Efrînê li nêzîkî Lîwaa Iskenderon e, ji roja yekem ya êrîşa artêşa Tirkiyê li ser herêma Efrînê ve bajarokê Cindirêsê bi giranî tê bombebarankirin, ku zêdtir ji nîvê wî bajarokî hatiye wêrankirin.

Da zanîn jî, êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê ji dema derbasbûna milîsên Hêzên Şeibî ji herêma Efrînê re zêdetir û tundtir bûne. Amaje bi wê yekê jî kir, grûpên ji Hêzên Şeibî li eniya derdora navçeya Cindirêsê û Raco belav bûne û li navçeya Raco ew hêz ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hate armanckirin.

Peyamnêrê me got jî, riya sereke ya di navbera Efrîn û Helebê de, ku di wê riyê re daneyên Hêzên Şeibî derbasî Efrînê bûn, ji gundê Ziyaretê ku destpêka herêma Efrînê ye û çiyayê Lêlûn û ta bajarê Efrînê bi giranî tê topbarankirin.

Herwiha diyar kir, artêşa Tirkiyê bi armanckirina wê riya sereke ya di navbera Efrîn û Helebê de, dixwaze bajarê Efrînê ji 4 aliyan ve bixe dorpêçekê, ku bi vê yekê jî jiyana yek milyon û 200 hezar welatiyên li Efrînê ne, dixe metirsiyekê de.

Ev yek di demekê de ye, roja 20ê vê mehê û bi derbasbûna Hêzên Şeibî ji herêma Efrînê re Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ragihand, ewê dest bi dorpêçkirina Efrînê bikin. Erdogan got jî, ku armanca wan ji vê dorpêçê ew e, rê li ber pêwendî û rêkeftina di navbera YPG û hikûmeta Sûriyê bigirin. 

S. B