Artêşa Tirkiyê komkujiyeke din li Cindirêsê dike

Artêşa Tirkiyê komkujiyekê li gundê Yelanqozê yê nêzîkî bajarokê Cindirêsê dike, di encamê de 5 welatiyên sivîl şehîd bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê komkujiyekê li gundê Yelanqozê yê nêzîkî bajarokê Cindirêsê dike, di encamê de 5 welatiyên sivîl şehîd bûn.

Şanderê K24ê bo Efrînê da zanîn, Artêşa Tirkiyê îro bi êrîşeke berfereh li ser navçeya Cindirêsê dike û di encama bombebarana li ser gundê Yelanqozê ya nêzîkî Cindirêsê 5 welatiyên sivîl şehîd bûn, ku zarok jî di nav de hene.

Ev yek di demekê de ye, çend roj in artêşa Tirkiyê bi riya topxane, firoke û helîkopteran û tundî navenda navçeya Cindirêsê bombebaran dikin û ligel grûpên çekdar ên ser bi wê ve hewl didin derbasî bajarokê Cindirêsê bibin.

Îro dest bi êrîşeke berfereh li ser wê navçeyê kir, lê şervanên YPGê ew êrîş têk şikandin, di pişt re jî artêşa Tirkiyê bi giranî bajarokê Cindirêsê û gundê nêzîkî wê wek Yelanqoz û Aşkê Xerbî dide ber topan.

Berî du rojan Hevserokê Desteya Berevaniyê li Efrînê Behcet Ebdo li ser rewşa navçeya Cindirêsê ji K24ê re gotibû, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji 3 aliyan ve êrîşî Cindirêsê dikin.

 

Gundê Yelanqozê
Gundê Yelanqozê
Qurbaniyek ji komkujiya li gundê Yelanqozê
Qurbaniyek ji komkujiya li gundê Yelanqozê