Efrîn tê dorpêçkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê ku ji 38 rojan ve êrîşa xwe li ser herêma Efrînê berdewam dike, artêşa Tirkiyê hewla girtina tevahiya gund û navçeyên sînorî yên Efrînê dide, ta ji bajarê Ezazê li aliyê rojhilatê Efrînê û ta gundê Etemê ya parêzgeha Idlibê li aliyê başûrê rojavayê Efrînê kontrola bike.
Li gor zanyariyan, piştî 38 rojan ji operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyê, li piraniya gund û navçeyên sînorî yên Efrînê ji navçeya Bilbilê û ta navçeya Cindirêsê şer û pevçûn di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û artêşa Tirkiyê berdewam in û hin gund û çiya ketine destê artêşa Tirkiyê.
Di wê derbarê de, şanderê K24ê bo Efrînê Ekrem Salih îro da zanîn, artêşa Tirkiyê hewl dide beşê ku di navbera navçeya Raco û Şiyê de maye bixe bin kontrola xwe û bazna dorpêçê li ser Efrînê temam bike.
Herwiha diyar kir, ji roja yekem ya operasyonê ve artêşa Tirkiyê bajarokê Cindirêsê bi bomebebaran û topbaran dike ku zêdetir ji nîvê bajêr hatiye wêrankirin, lê ji heyama şeş rojan ve artêşa Tirkiyê hewla girtina bajarokê Cindirêsê dike, lê ta niha artêşa Tirkiyê neketiye nava bajarê Cindirêsê.
Di wê derbarê de jî, Hevserokê Desteya Berevaniyê li Efrînê Behcet Ebdo diyar kir, êrîşa artêşa Tirkiyê li ser bajarokê Cindirêsê ji 3 aliyan ve dibe, lê wan jî tedabîrên xwe girtine û rê nadin artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve derbasî Cindirêsê bibin.
Her di wê çarçovê de û ji bo girtina bajarokê Cindirêsê jî, Artêşa Tirkiyê îro bi êrîşeke berfereh li ser navçeya Cindirêsê dike û di encama bombebarana li ser gundê Yelanqozê ya nêzîkî Cindirêsê 5 welatiyên sivîl şehîd bûn, ku zarok jî di nav de hene.
Tevî ku Encûmena Asayişa Navdewletî agirbestek ji bo heyama mehekê li seranserî Sûriyê ragihandibû, lê Peyvdarê Hikûmeta Tirkiyê Bekîr Bozdag ragihand, biryara Encûmena Asayîşa Navdewletî ya agirbesta alîkariya mirovî, bandorê li operasyona ser Efrînê nake.
Ji bo rûbirûbûna êrîşa Tirkiyê, YPGê daxwaz ji artêşa Sûriyê kir, derbasî Efrînê bibe û bi erkê parastina sînorê xwe bike û piştî mehekê ji destpêkirina operasyona Tirkiyê, Hêzên Şeibî yên ser bi Hikûmeta Sûryê ve derbasî Efrînê bûn.
Di wê derbarê de peyamnêrê me amaje bi hatina Hêzên Şeibî yên ser bi artêşa Sûriyê ve kir, ku tevî belavbûna wê hêzê li eniyên şer, lê ta niha bandorek li ser rewşa şerê li Efrînê nekiriye. Got jî, tevî Hêzên Şeibî dabûn xuyakirin ku wan mûşekê li dijî firokeyan bi xwe re anîne, lê ta niha ew çek bikar neanîne.
Di vê êrîşa Tirkiyê de ku 38 roj in berdewam e û li gor fermandarên YPGê, artêşa Tirkiyê hemû çekên giran, topxane, firokeyên şer, helicopter û gaza kîmawî bikar anî. Herwiha artêşa Tirkiyê xelkê sivîl, dibistan, mizgeft, cihên şûwarî, bendava Meydankê û navenda zelalkirina ava vexwarinê û jêrxaneya Efrînê armanc kir.
Ji encama wê êrîşê jî û li Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê, ta niha 192 welatiyên sivîl şehîd bûne ji nava wan 28 zarok û 23 jin in. Herwiha 574 welatiyên sivîl birîndar bûne ji nava wan 69 zarok û 79 jin in.
S. B