Hejmara mişextên Efrînê bilind dibe

Netewên Yekgirtî: Hejmara wan welatiyên ku bi sedema şer ji bajarê Efrînê mişext bûne, 170 hezar kes derbas kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî jêderên medyayî, bi sedema operasyona artêşa Tirkiyê li Efrînê, hejmara welatiyên ku ji wî bajarî mişext dibin, roj biroj bilintir dibe.

Jêderekî ji nivîsgeha Netewên Yekgirtî ya taybet bi karûbarên mirovî li Beyrûtê, ji medya Lubnanî re ragihand, ku hejmara wan welatiyên ku bi sedema şer ji bajar mişext bûne, 170 hezar kes derbas kiriye.

Wê nivîsgehê diyar kir "Piştî ku hêzên Tirkiyê dest li ser bendava sereke ya Efrînî danî, ev bû nêzîkî heft rojan av ji xelkê wê navçeyê birrî ye".

Eşkere jî kir "Her ku diçe şer dijwartir dibe û ji ber wê yekê xelk ji navçeyên şer direvin û xwe li navçeyên di bin destê Hikûmetê de digrin".

Li ser heman mijarê, peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Hesekê got: "Niha bendava serekî ya Efrînê di bin kontrola hêzên Tirkiyê de ye, lewra xelk neçar in ku ava bîran bikar bînin, di demekê de, ew av têra wan nake û ji bo vexwarinê jî bikêr nayê".

Berî niha ajansa Sana ya ser bi Hikûmeta Sûryê ve ragihandibû, ku bêtirî 20 hezar mişextên Efrînê li herdu bajarokên Nubul û Zehra ne, ku herdu jî di bin kontrola Hikûmetê de ne, hevdem beşek ji mişextan ji tirsa şer û bordûmanan, xwe li bajarokê Tel Rif'et û deverên din yên rojavayê Helebê digrin.

Ji 20ê Çileya derbasbûyî ve, artêşa Tirkiyê li gel hin ketîbeyên ser bi opozisyona Sûryê ve, li Efrînê dest bi operasyona Şaxê Zeytûnê kirine û heya niha jî berdewam dike, li gorî amarên rêxistinên mirovî, heya niha bi sedan sivîl bûne qurbanî û bi deh hezaran jî welatî mişext bûne.

N.O