Netewên Yekgirtî li ser rewşa Kurdên Êzdî dilgiran e

Viyan Dexîl: Pêwîst e Netewên Yekgirtî pilanekê ji bo parastina ewlehî û aramiya Şingalê deyne û bicî bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şanderê taybet yê sikirtêrî giştî yê Netewên Yekgirî li Iraqê ragihand, ku pêwîst e rê li ber çêbûna valahiyeke emnî li Şingalê bê girtin, ku ew yek bibe derfetek ji bo têkdana rewşa emnî li wê deverê.

Perlemantera Kurda Êzdî di Perlemana Iraqê de Viyan Dexîl, di daxuyaniyekê de ragihand, ku di civîna wê de li gel Yan Kobish, Şanderê taybet yê sikirtêrî giştî yê Netewên Yekgirî li Iraqê ragihand, ku "Pêwîst e rê neyê dayin ku valahiyeke ewlekarî li Şingalê çêbibe û di encamê de bibe derfetek ji bo têkdana rewşa ewlehiya wî bajarokî ji aliyê wan kesan ve, ku berjewendiya Êzdiyan û pêkhatên din naxwazin".

Viyan Dexîl tekez kir, ku "Pêwîst e Netewên Yekgirtî pilanekê ji bo parastina ewlehî û aramiya Şingalê deyne û bicî bike".

Di beramber de, Yan Kobish diyar kir, ku "Netewên Yekgirtî derbarê rewşa Êzdiyan li Şingalê dilgiran e û tekezî li ser pêwîstiya danîna pilanekê ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji bo hezaran malbatên Êzdiyên Şingalê kir".

Ev yek di demekê de ye, ku Tirkiye bi bihaneya hebûna hêzên PKK, gefa destpêkirina operasyoneke serbazî li devera Şingalê dike û berpirsên PKK eşkere dikin ku ewê ji Şingalê vekişin.

N.O