Li Ser Hilbijartinên Pêşwext Li Tirkiyê

Kurd24

Piştê referanduma 16ê Nîsana 2017an Tirkiye derbasê sistema serokatiyê bû. Sistema serokatiyê di serî da daxwaza Tayyip Erdoğan bû, lê li ser pêşnîyara Devlet Bahçelî bû mijara referandumê û bi tefaqa AKP û MHPê hat pejirandin.

Li gor paketa sistema serokatiyê ku di 16ê Nisanê hatibû pejirandin, divê hilbijartinên serokatiyê û yên parlamnetoyê di 3ê meha 11an a 2019an de bihatana çêkirin. Car jî li gor vê pakete divîyabû sistema serokatiyê piştê van hilbijartınan (3.11.2019) bihatana tetbîqkirin.

Du roj berê Serokê MHPê Devlet Bahçeli di axaftina xwe ya di gruba partiya xwe ya di parlamentoyê da got; “Em pêşniyar dikin ku hilbijartinên serokatiyê û parlamnetoyê pêşwexta xwe, di 26ê Tebaxa îsal (2018) de bên lidarxistin. Rojek piştê vê daxwûyaniyê Serokkomar Erdoğan û Bahçeli li Koşka Beştepeyê civîyan. Piştê civîna hevbeş Tayyip Erdoğan derket pêş çapemeniyê û diyar kir ku wan birayar daye ku hilbijartinên serokatiyê û yê parlamentoyê  di 24ê Hezirana ev sal (2018) de çêbibin.

Li himber vê birayara ji nîşka ve herkes şaş û mat ma. Ev biryar ne tenê birayara hilbijartineke pêşwext bû, belki jî biryara hilbijarteneke xof û tirşê bû.

Gelo çi sedem AKPê û MHPê mecburê biryareke usa nîşka, zû û radikal kiribûn?

Lê li aliye din ve li Tirkiyê piştê hewldana derbeya 15ê Temuza 2015an rewşa awerta hatibû îlan kirin û tevî ku di navberê da du sal derbas bûye, ew rewş hin jî berdewame. Di rewşa awarte da çûyina hilbijatinê serê xwe problemeke mezin e; ji aliyê nixên demokrasiyê, edaletê, heqaniyetê û rewatiya hilbijatinan ve.

Tişteke din û gelek muhim jî ev e: Belê, di referanduma 16ê Nisana 2017an de sistema serokatiyê hat pejirandin, lê divê li gor vê guhartinê di yasaya partiyan, di yasaya hilbijartinan ûwd. de gelek guhartın çêbiba, bi gotineke din di gelek waran de qanûnên guncaniyê derketa. Çinku li Tirkiyê sistema sorkatiyê cara ewil tetbîq dibe û di vê warê de tu zelaliyek tuneye. Heta îro tu yasayek jî çênebûye. Anha pirsek jê ev e, gelo Tirkiye di vê wexta teng da wê çawa ji nav ewqasî probleman derkeve.

Dimîne aliyê siyasiya biryara AKP û MHPê.

Wek tê zanîn MHP û AKP di derbarên hilbijartinên serokatiyê û yê parlamnetoyê de tefaqek avakirine û vê tefaqê jî wek “tefaqa cumhur” tarif dikin. Lê di rastiyê da ev tefaq tefaqa tirs û tehdîdan e. Demeke dirêj e ku ji devê Bahçelî û Erdoğan gotina “beka sorunu” yanî “pirsa paşerojê” nakeve. Qaşo Tirkiye li derve û hundir li himber xetereke man û nemanê ye û ev tefaqa navborî jî li himber vê tehdidê xwe kiriye mertal.

Di rastiyê da tefaqa MHP û AKPê tefaqa siyaseta şer û înkarkirinê ye. Yê ku van herdu aktoran aniye ber hev pirsa Kurd û Kurdistanê ye. Tiştê ku ji aliyê wan ve wek “beka sorunu” tê destnişan kirin di eslê xwe da pirsa Kurd bi xwe ye. Safîkirina pirsa Kurd jibo Tirkiyê ne xeter e, ekse wê jibo aşti û demokratikbûna Tirkiyê firsendeke dîrokî ye.

Di vê çarçoveyê da dikare bê gotin ku yê ku AKP û MHPê xistiye nav fikarê û neçarê hilbijartina pêşwext kiriye pirsa Kurd bi xwe ye. Pir eşkereye ku çareseriya pirsa Kurd, her roja ku diçe xwe li ser Tirkiyê ferz dike û bi vê ve girêdayî rê li ber kriz û aloziyên nû vedike. Ji ber vê yekê ev herdu alî dixwazin hîn ku kriz pir kur û rewş hin xirabtir nebûye biçin hilbijartinê û desthilatiya xwe saxlem bikin.

A diduya jî rewşa Tirkiyê ya aboriyê ye. Şik tune ye ku rewşa aboriyê jî ji rewşa siyasî cuda nine. Tirkiye li himber krizeke mezin a aboriyê ye, şert û merc roj bi roj ber bi xirabiyê ve diçe. Xwuya ye ku dijminatiya Kurdan, dagirkirina Efrinê û siyaseta dijê Kurdistana Başur jî xelqê Tirkiyê jibo deng dayina Erdoğan qanî nekiriye

Peki tevê van hewlên ji derê rêzê gelo wê tefaqa AKP û MHP serkeve? Ger serkeve jî wê çaqasî mayînde be?

Ev yek jê destê opozisyona Tirkiyê ya li derê AKPê û MHPê da ye. Her çiqasî ev muxalefet gelek bela wela ye û ji hêvi dayinê dur be jî, rewşa Tirkiyê dikare rê li pêşiya gelek pêşketinên nû veke.

Belki pirsa herî gring ew e;  Kurd dê bikaribin di vê qonaxê da roleke berbiçav bileyîzin?

Belê rewş ji her aliyê ve jibo tevgera Kurd neyênê ye. Rewşa awerte, şer û pevçûn, bilindbûna nasyonalizmê; ev tev li dijberê Kurdan in. Serda jî benda deh ya hilbijartinê û şert û astengên yasayî du pîyên Kurdan dixin nav fereke sol. Lê car jî ev nayê wê wateyê ku Kurd neçarin, dest û pîyên wan bi tevayî girêdayî ne.

Pêwîst e hêzên Kurd ên siyasi rojek zutir werin ber hev û derbarê hilbijartinên 24ê Haziranê de tefaqek pêkbînên. Li ser bernameyeke neteweyî û demokratik, li ser daxwazên muşterek û rasteqîn. Ger ev pêkbê Kurd wê bibin kilîd di hilbijartinên serokatiyê de. Wê deme dê her kes mecbur bibe ku hesabê Kurdan bike.

Li aliyê din îro meseleya Tirkiyê tenê pirsa Kurd nine. Qasî wê ji demokratikbûn û asayibûna Tirkiyê ye. Ev jî jibo paşeroja pirsa Kurd noqteyên gring in. Di vê çarçoveyê da divê Kurd bikaribin bi aliyê Tirkan re jî pêywendî deynin. Ji ber ku pirsgirekên ku anha li pêşîya Tirkiyê ne tene  dikarin bi hêza Kurd û Tirkan ya hevbar bên safîkirin.

19.04.2019