Di êrîşekê de li ser xala hilbijartinê ya IYI Partî li Stenbolê 7 kes birîndar bûn

Hêzên polîsên Stenbolê 8 kes ji êrîşkaran desteser kirine, lê hejmara herî zêde ji wan karîn ji cihê bûyerê birevin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Dema ku endamên Partiya Baş (IYI Partî) li navçeya Baxcilar ya Stenbolê bangeşeya hilbijartinan dikirin, komek êrîşkaran bi kêr û daran êrîşî wan kirin û di encamê de 7 endamên Partiya Baş birîndar kirin.

Kesên birîndar ji bo nexweşxaneyan hatin veguhestin û êrîşkar ji cihê bûyerê reviyan.

Serokê Şaxê Stenbolê yê Partiya Baş da xuyakirin, ku koma êrîşkaran ji 100 kesan pêk dihat, êrîş li navendeke hilbijartinan ya partiya wan hat encamdan û rewşa birîndarekî xirab e.

Li gorî zanyariyan, hêzên polîsên Stenbolê 8 kes ji êrîşkaran desteser kirine, lê hejmara herî zêde ji wan karîn ji cihê bûyerê birevin, herwiha polîsê Stenbolê diyar kir, ku lêkolînên wan derbarê vê bûyerê berdewam in.

Ji aliyê xwe ve, Serokatiya Partiya Baş banga aramiyê kir û diyar kir, ku li ser rijandina her dilopeke xwînê, ew Serokê MHPê Dewlet Baxçelî berpirs dibîne.

Biryar e di roja 24ê Hizêrana dahatî de, hilbijartinên pêşwext yên Perlemana Tirkiyê bên encamdan.

N.O