Kalin: Pêvajoyek nû ya çareseriyê nabe

Peyvdarê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin daxûyaniyên Şewirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Îlnûr Çevîk ên di derbarê pêvajoya çareseriyê de red kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin daxûyaniyên Şewirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Îlnûr Çevîk ên di derbarê pêvajoya çareseriyê de red kir.

Kalin got Serokomar Erdogan him di dema Serokomartiya xwe de, him jî di dema Serokwezîrtiya xwe de ji bo wekheviya hemû welatiyên Tirkiyeyê têkoşînek mezin da ye û cûdakarî nekiriye. Kalin dibêje siyaseta red û tinekirina kurdan ji aliyê Erdoganî ve hatiye rakirin û ji ber vê yekê di rojeva Erdoganî de pêvajoyeke nû ya bi navê çareseriyê nîn e û şerê wan a dijî PKKyê dê bibîryarî berdewam bike.

Sedema vê daxûyaniya lezgîn, Şewirmendê Serokomarê Tirkiyê Îlnûr Çevik bû. Çevik duh di bernameyeke televîzyonî de dabû zanîn ko, dê piştî hilbijartinan pêvajoya çareseriyê destpê bike.

 “Dibe ko pêvajoya aşitiyê destpê bike. Lê  pêvajo dê piştî hilbijartinan destpê bike. Jixwe Serokomarê me gotibû zêdetir demokrasî û zêdetir azadî. Pêvajoya nû dê di vê çarçoveyê de destpê bike.”

 2 roj berê jî Profesor. Dr. Dogu Ergîl behsa pêvajoyeke nû kiribû û gotibû: Cigîrekî Serokwezîrê Tirkiyeyê eşkere kiriye ko dê di demek nêzik de pêvajoya çareseir destpê bike.

Li Trkiyeyê ji sala 2009an heta 2015an di navbera PKK û Hikûmeta Tirkiyeyê de pêvajoyeke bi navê çareseriyê birêve çû. Lê di 20ê Tîrmehê ya sala 2015an de li bajaroka Pirsûsê teqînek rû dabû û 34 kes canê xwe ji dest dabûn. Piştre jî li bajaroka Serêkaniyê 2 polîs hatibûn kuştin û ev her du bûyer dawiya pêvajoyê anîbûn.

 Li gor PKKyê ev pêvajo ne ya çareseriyê bû lê pêvajoya xapandinê bû. Li gor hikûmeta Tirkiyeyê jî PKK banga Ocalanî red kir û çekan danenî. Ji ber vê helwesta PKKyê jî pêvajo serneket.

 

 

C.B