Tirkiye ji helwesta Amerîka ya li dijî hebûna Îranê di Sûriyê de dilxweş e

Pisporên têkiliyên navneteweyî yên Tirkiyê didin xuyakirin, ku piştî pêşveçûnên vê dawiyê, wê bandora Îranê li ser hin welatên herêmê kêm bibe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Tirkiye ber bi hilbijartinên 24ê Hizêranê ve diçe û ji bilî siyaseta navxweyî mijarên têkiliyên derve jî di rojevê de germ e.

Di demên dawî de li Enqereya payîtexta Tirkiyê derbarê mijara Sûriyê, geşedanên giring diqewimin. Rojên çûyî rayedarekî wezareta derve ya Sûriyê ragihandibû, ku ew amade ne li gel Tirkiyê bicivin. Piştî vê Nûnerê Taybet ê Putin ji bo Sûriyê, piştî serdana xwe ya Şamê hat Enqerê û bi serokkomarê Tirkiyê re hevdîtin pêk anî. Hefteya çûyî jî şandeke Amerîkî hat Enqerê û li ser Sûriye û Minbicê hin hevdîtin kirin. Herwiha ev demeke ku Serokê Tirkiyê û yê Rûsya li ser telefonê dîplomasiya Sûriyê dimeşînin.

Li aliyê din, di meydana Sûrî de jî tiştên balkêş diqewimin. Israîl li Sûriyê êrîşên xwe yên li ser baregehên Îranê zêdetir kir. Serokwezîrê Israîlê Netanyahu çû Moskoyê û bi Lavrov re civiya û ji bo yekem car Rûsya jî weke Amerîka bang li Îranê kir ku ji Sûriyê vekişe.

Derbarê van pêşveçûnan Pisporê Têkiliyên Navneteweyî Kadir Ertaç ji K24ê re got: "Wekî ku hûn zanin, di heyama dawî de, Amerîka polîtîka dorpêçkirinê li ser Îranê birêve dibe. Xuya ye ku ev tişt wê li Sûriyê jî rê li ber geşedanên nû veke. Di vê mijarê de, tiştê balkêş ew e, ku Rûsya hevkara xwe Îranê bi tenê hiştiye. Rûsya li vê derê di navbera Îran û Amerîka de polîtîkayeke hevsengiyê dimeşîne. Li herêmê lawazbûna Îranê bi dilê Tirkiyê ye. Loma Enqera jî di nava van geşedadan de cih digire. Di heyamên pêşiya me de jî, heger li Sûriyê li dijî hebûna Îranê pêhatên nû çêbibin, wê ew yek nebe suprîz."

Pisporên têkiliyên navneteweyî yên Tirkiyê didin xuyakirin, ku piştî van pêşhatan, wê bandora Îranê li ser hin welatên herêmê kêm bibe.

Li ser heman mijarê Serokê KAFKASSAMê Dr. Hesen Oktay ji K24ê re ragihand, ku "Îran li hemberî polîtîka zextê ya Amerîka, wê heya radeyekê xwe vekişîne. Bi taybetî jî li Sûriyê, Urdin û Yemenê hêzên ku di kontrola wê de ne, wê heya astekî vekişîne. Ev yek wê li Sûriyê bi taybetî jî bandora Tirkiyê û Rûsya zêdetir bike."

Şerê navxwe yê Sûriyê 7 sal li pişt xwe hişt û tê gotin ku bi polîtîka nû ya Amerîka hemberî Îranê, wê li herêmê qunaxekê nû destpê bike. Li gorî pisporan, dibe ku ev qunax a dawî be. Dibe ku piştî vê qunaxê li Sûriyê, ji bo çareseriyê piroseyekê nû destpê bike.

N.O