Tirkiye serok û perlemanekê nû hildibijêre

Ji bo çavdêrîkirina piroseya dengdanê, 400 çavdêrên biyanî li Tirkiyê ne û 635 rojnamevan jî wê piroseyê rûmal dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piroseya hilbijartinên Serokatî û Perlemana Tirkiyê îro demjimêr 8ê sibehê bi dema Hewlêr û Enqerê destpê kir û heya demjimêr 5ê êvarî berdewam dibe. 

Ji bo hilbijartina 13mîn serokkomar û hilbijartina xula 27an ya Perlemanê, welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê diçin ser sindoqan.

Li seranserî Tirkiyê, bêtirî 56 milyon kes mafê wan yê dengdanê heye û ji bo wergirtina postê serokkomar 6 berbijar hevrikiyê dikin û li ser 600 kursiyên Perlemanê jî, du hevpeymanî û sê partiyên siyasî di nava hevrikiyê de ne.

Di lîsta berbijarên serokatiyê de, navên her yek ji, berbijarê AKPê û serokê niha yê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, berbijarê Partiya Weten Dogu Perînçek, seroka IYI Partî Meral Akşener, berbijarê HDPê Selahedîn Demîrtaş, berbijarê CHPê Muherem Înce û berbijarê Partiya Seadetê Temel Keremellaoglu hene.

Ji bo hilbijartinên Perleman, 8 partî beşdar in û hin ji wan hevpeymanî ragihandine, mezintirî hevpeymanî binavê (Hevpeymaniya Gel) ku AKPê û MHPê lixwe digire û Partiya Yekîtiya Mezin jî piştevaniya wê hevpeymaniyê dike.

Li aliyê din (Hevpeymaniya Umet) her yek ji CHP, IYI Partî û Partiya Seadetê lixwe digire.

Hevdem sê partiyên din ji derveyî wan du hevpeymanan beşdarî hilbijartinan bûne, ew jî ji HDP, Partiya Weten û Partiya De'weya Azad pêk tên.

Piroseya dengdanê di bin tedbîrên tund ên ewlekariyê de birêve diçe.

Wezareta navxwe ya Tirkiyê, 240 hezar polîs ji bo parastina ewlehiya sindoqan erkdar kiriye.

Ji bo çavdêrîkirina piroseya dengdanê, 400 çavdêrên biyanî li Tirkiyê ne û 635 rojnamevan jî wê piroseyê rûmal dikin.

N.O