NY ji rewşa Kurdên Kakaî li Kerkûkê nîgeran e

Netewên Yekgirtî nîgeraniya xwe ji rewşa Kurdên Kakaî li Kerkûkê derbirî û di raporteke xwe de radigihîne, ji ber nebûna ewlehiyê gelek Kakaî ji Kerkûkê derketine.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekgirtî nîgeraniya xwe ji rewşa Kurdên Kakaî li Kerkûkê derbirî û di raporteke xwe de radigihîne, ji ber nebûna ewlehiyê gelek Kakaî ji Kerkûkê derketine.

Cîgira Nûnerê Serokê Netewên Yegirtî li Iraqê serdana komelgeha Kakaiyan kir û ji wan re ragihand, ew hewl didin pirsgirêkên wan çareser bikin.

Rewşa piştî DAIŞ û 16ê Cotmeha 2017an ji Kurdan bi tavahî û Kurdên Kakaî bi taybetî li Kerkûk û derdora wê di xiraptirîn ast de ye. Gelek gundên wan hatine valakirin û baweriyê bi miîlîşyayên Heşda Şeibî û hêzên ne Kurd nakin.

Bandora vê yekê jî ne tenê li ser wan dibe, belkû li ser rewşa aboriyê ya navçeya wan û Kerkûk bi tevahî dike. Di serdaneke fermî de Cîgira Nûnerê Serokê Netewên Yegirtî li Iraqê Alice Walpole nîgeraniya xwe ji rewşa Kakaiyan derbirî.

Alice Walpole dibêje: “Yek ji pirsgirêkên Kakaiyan yên tekeziyê li ser dikin, nebûna ewlehiya û parastina wan e û ew sedem dihêle ku ji navçeyên xwe derkevin. Em bi hikûmet û Polîsa Federalî re diaxivin, em dizanin ku ev rewş li tevahiya Kerkûkê heye. Em wek Netewên Yekgirtî dixwazin rola me ji bo dabînkirina ewlehiya wan hebe.”

Kesayetiya diyar ê Kakaiyan Serdar Fetah Axa dibêje: “Piştî 2014an, rewşa Kakaiyan xiraptir bû, gundin hene bi tevahî wêran bûn. Ta niha jî ew rewşa me hîna berdewam e, Em daxwazê ji hikûmetê dikin ku navçeyên me biparêze. Gundin li Daqoq û Kerkûkê hene, di vê dawiyê hatin valakirin.”

Mezintirîn pirsgirêkên Kurdên Kakaî li parêzgeha Kerkûkê, nebûna ewlehiyê ye, bi berdewamî ji aliyê DAIŞê û grûpên tundrew ve dihatin armanckirin. Niha jî navçeyên wan wek navçeyeke valakirî lê hatiye, mal, dibistan, navendên olî û kelepûra wan bê çavdêrî parastin mane.