Aloziya nû ya Enqere û Washingtonê – Îran!

Siyaseta nû ya Amerika beramberî Îranê, dibe sedema aloziyek nû di pêwendiyên navbeyna Tirkiye û Amerika de

K24 – Navenda Nûçeyan

Siyaseta nû ya Amerika beramberî Îranê, dibe sedema aloziyek nû di pêwendiyên navbeyna Tirkiye û Amerika de.

Helwêst û berjewendiyên cuda di rewşa herêmî ya Rojhilata Navîn, bi taybetî siyaseta Suriye de, kirîna mûşekên S400an ji Rûsyayê, Rewşa girtî ya keşayê Amerikî Andrew Brunson, babeta Fethullah Gulen, proseya dadgehî, girtin û paşî mukirhatin a Reza Sarraf, çendîn aloziyên din û niha jî, helwêsta girêdayî dorpêça dijî Îranê…

Ligor pîsporên siyasî pirsgîrekên di navbeyna her du welatan de ji her demi zêdetir in. Herçend si asta raya giştî de her du dewlet jî ,aloziyên di navbeyna xwe de gelekî nayînin rojevê jî, lê atmosfera xerab di navbeyna Enqere û Washingtonê de di helwêstên cuda yên her du welatan de diyar in.

Washington dorpêça rasteqîn bi taybetî ji alî “hevkarên” xwe ve girîng dibîn e. Di rojên dawî de fişarên Amerika liser Tirkiye ku di babeta dorpêçê de ligel Washington cîh bigre, ji alî Tirkiye ve hate redkirin. Wezîrê derve yê Tirkiye Mewlud Çavuşoglu bi xwe ragihand: Ew ne ligel dorpêçan hemberî Îranê ne. Pêwendiyên cîrantî yên girîng di navbeyna Tehran û Enqere de hene û ew naxwazin dorpêçan liser Îranê bisepînin. Helwêsta Amerika ya girêdayî Îranê jî – xelet û şaş binav kir.

Ligor pîsporan Washington ji vê helwsêta Tirkiye dilgiran û ne rehet e û ji alî xwe ve beramberî Tirkiye jî dikare siyasetek tundtir birêve bibe.

 

C.B