HDP êrîşa PKK a li dijî xanim û zaroka leşkerek Tirkiyê şermezar dike
K24 – navenda Nûçeyan
Partiya Demokratîk a Gelan HDP êrîşa PKKyê ya li dijî xanim û zaroka leşkerekî Tirkiyê şermezar dike.
Parlementerê HDPyê yê Stenbolê Ahmet Şik ragihand ko ew ê ko dayik û zarokan bikûje, ew kûjer e.
Parlementerê HDPyê yê Hatayê Bariş Atay jî got nayê qebûlkirin dayik û zarokek were kuştin. Ew êrîşa PKKyê şermezar dike û dê her tim li dijî tûndiyê be. Parlementerê din ê HDPyê Omer Faruk Gergerlîoglu jî nerazîbûn nîşan da û got çek çareserî nîne û bila zarok û dayik neyên kuştin.
Duh li bajarê Colemêrgê gerîlayên PKKyê êrîşê wesaîtekê kiribûn û xanim û zarokê leşkerekî di encama wê êrîşê de canê xwe ji dest dabûn.
C.B