HAK-PAR rojbûna Serok Barzanî pîroz dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bi boneya rojbûna Serok Barzanî, nameya pîrozbahiyê arasteyî Serok Barzanî kir, kopyeyek gihand K24.
Ev naveroka pîroznameya HAK-PAR e.
Serokê Kurdistanê, birêz Mesûd Barzanî
Wek endamek qedirbilind di nav berjewendiya azadiya Kurdistanê de, kû di her têkoşîna Kurdî cîh girtiye bi hêviya çarekirina rewşên nemimkûn, gihiştiye 72 saliya xwe.
Te bi qîmetdayina xwe li têkoşîna azadiya Kurdistanê bîranînên giranbuha da gelê Kurd. Te bi rola xwe di berjewendiya serxwebûna Kurdistana başûr de dilê gelê Kurd geş kir u cîhe xwe carekî din girt.
Êdî, her Kurd di rêya rizgarkirina niştiman, wê di şopên kû te nişan da bimeşe da ku em bigihêjin armanca serbixwe. Heta Kurdistan hebe, wê ji te îlham bê hildan.
Her hebî.
Bi navê xwe û partiya xwe jiyanek dûr û dirêj ji bo te daxwaz dikim.
16.08.2018
Partiya Maf û Azadiyan
HAK-PAR
Serokê giştî Refik KARAKOÇ
C.B