Çawîşoglu: Tirkiye hewl dide êrîşên li ser Idlibê rawestîne

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çawîşoglu diyar kir, armanca êrîşên ser Îdliba Sûriyeyê bidestxistina Îdlibê ye û got ku "Ev gelekî xeternak e. Ji her aliyê ve dê bibe felaketek."

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çawîşoglu diyar kir, armanca êrîşên ser Îdliba Sûriyeyê bidestxistina Îdlibê ye û got ku "Ev gelekî xeternak e. Ji her aliyê ve dê bibe felaketek."

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çawîşoglu  û Wezîrê Derve Heiko Maas li Ankara Palasê konferanseke rojnamevanî ya hevpar li dar xistin.

Çavuşoglu li ser pirseke derbarê rewşa dawîn a li Îdlibê de diyar kir, ji roja ku egera êrîşê derket vir ve, Tirkiye gelekî hewl dide ku rêjîma Sûriyê agirbestê binpê neke û êrîşên ser Îdlibê rawestîne.

Çavuşoglu got ku "Eşkere ye ku rejîm dixwaze ku êrîşê Îdlibê bike û vê derê bi dest bixe. Lê gerantorê rejimê hene, Rûsya û Îran. Em têkiliyên xwe yên bi Îran û Rûsyayê re didomînin."

Derbarê êrîşa firokeyên Rûsyayê li parêzgeha Idlibê de Çavuşoglu da zanîn, piştî êrîşê bi welatên pêwendîdar re hevdîtin kirin û wiha axivî: "Piştî êrîşê jî di navbera saziyên me yên pêwendîdar de têkilî çêbûn û me bi awayekî eşkere ragihand, ev êrîş şaş e."

 

S. B