Îran: Em nahêlin ti kiyaneke serbixwe li Sûrya pêk bê

Şêwirmendê Xamineyî: Amerîka û Siûdîyê dixwazin hebûna xwe ya serbazî li navçeyên Kurdî li Sûryê bihêz bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Komara Islamî ya Îranê, daxwaz derketina hêzên Amerîkî ji nav Sûryê dike û dibêje: Em rê nadin ti kiyanekî serbixwe li Sûrya çêbibe.

Şêwirmendê rêberê şoreşa Îranê ji bo pîşesaziya serbazî emîd (Hisên Dehqan) daxwaz kir, ku Amerîka ji nav axa Sûrya derkeve.

Hisên Dehqan ji kenala (RT) a Rûsî re ragihand, heger Hikûmeta Sûrya bixwaze, şerê Amerîka bike, Îran amade ye alîkariya wê bike û got: Îran amade ye di warê serbazî de alîkariya Sûrya bike, heya hêzên Amerîkî ji wî welatî derxîne.

Dehqan diyar kir, ku Amerîka û Siûdîyê dixwazin hebûna xwe ya serbazî li navçeyên Kurdî li Sûryê bihêz bikin.

Navhatî tekez kir, ku Îran, Rûsya û Tirkiye hevdeng in li ser yekîtiya axa Sûryê û her corê dabeşkirin û ragihandina kiyanên serbixwe li Sûrya red dikin.

N.O