Erdogan ji bo Idlibê serdana Mosko dike
K24 - Navenda Nûçeyan.
Serokê Tirkiyê (Receb Teyib Erdogan) serdana Rûsya dike û li Sochi li gel serokê wî welatî Vladimir Putin rewşa Idlibê gotûbêj dike.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê (Mewlûd Çawîşoglu) ragihand, ku di demeke nêzîk de, wê Serokê Tirkiyê serdana Rûsya bike û roja Duşemê wê li bajarê Sochi li gel Putin bicive.
Derbarê şerê Idlibê Çawîşoglu got: Em amade ne şerê terorê bikin, em li Sûryê çareseriyeke siyasî dixwazin û ji bo vê mebestê em amade ne hevkariyê bikin.
Erdogan, Putin û serokê Îranê Hesen Rûhanî, di 7ê Êlûnê de, li Taranê civînek derbarê Sûryê lidar xistin, lê di dawiyê de ew civîn bê rêketin bidawî anîn.
N.O