YE: Em beşdarî jinûavakirina Sûryê nabin

Li gorî Netewên Yekgirtî, pêwîstiya jinûavakirina Sûryê bi nêzîkî 400 milyar dolaran heye û li gorî Rûsya ew pirose ji 10 heya 15 salan wê dirêj bike.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropa Federica Mogherini ragihand, ku ew ne amadene beşdariyê di jinûavakirina Sûryê de bikin, heya ku çaksaziyên destûrî û siyasî li wî welatî çênebin.

Federica Mogherini diyar kir, ku heger rêz li piroseya siyasî bê girtin û rêketina Rûsî-Tirkî derbarê Idlibê were bicîkirin û komîteya danîna destûra nû ji Sûryê re, dest bi karên xwe bike û çaksaziyan di bin siya Netewên Yekgirtî de bike, wê demê Yekîtiya Ewropa amade ye beşdariyê di jinûavakirina Sûryê de bike.

Li gorî Netewên Yekgirtî, pêwîstiya jinûavakirina Sûryê bi nêzîkî 400 milyar dolaran heye û li gorî Rûsya ew pirose ji 10 heya 15 salan wê dirêj bike.

N.O