Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Nadya Murad dike

Mesrûr Barzanî: Nadya Murad dengekî bihêz da xelkên Êzdî û ew mirovên ku bazirganî bi wan tê kirin, bizava parastina mafên wan dike û daxwaza dadmendiye dike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Şêwirmendê Civata Ewlehiya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyameke pîrozbahiyê arasteyî wergira xelata Nobel ya aştiyê, Nadya Murad kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de dibêje: Nadya Murad dengekî bihêz da xelkên Êzdî û ew mirovên ku bazirganî bi wan tê kirin, bizava parastina mafên wan dike û daxwaza dadmendiye dike.

Çalakvana Kurd a Êzdî Nadya Murad, ku ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bibû û pizîşkê qurbaniyên destdirêjiya sêksî li Kongoyê (Denis Mukwege), xelata Nobel a Aştiyê ji bo sala 2018an bihevbeşî wergirtin.

Nadya Murad, jidayikbûya sala 1993an e, çalakvaneke Êzîdî ye, piştî ku di Tebaxa 2014an de, bajarokê Şingalê ket destê çekdarên DAIŞê, Nadya wek gellek ji keçên din ên Êzîdî hat revandin û piştre di roja 14/9/2014an de, Nadya ji destê DAIŞê rizgarbû.

Piştî rizgarbûna wê, ew li gel hejmareke mezin ji serok û serkirdeyên xuyayî yên cîhanê civiya û ji bo Encûmena Ewlehiya Navdewletî hat vexwendin û li wir ji cîhanê re behsa rewşa Êzdiyan û tawanên DAIŞê kir. Di 5ê Çileya 2016an, Hikûmeta Iraqê Nadya ji bo Xelata Nobel di warê aştiyê de berbijar kir.

N.O