DAIŞ hewl dide sînor derbas bike

Hate ragihandin ku, rêxistina terorî DAIŞ hewl dide ji heremên li Sûriye di dest de, bi dizî derbasî nav xaka Iraqê bibe

K24 – Navenda Nûçeyan

Hate ragihandin ku, rêxistina terorî DAIŞ hewl dide ji heremên li Sûriye di dest de, bi dizî derbasî nav xaka Iraqê bibe.

Hêzên sînorî yên Iraqê jî derbasî amadekariyan bûn e, ku bibin rêgir beramberî her hewlek DAIŞ ku bikaribe derbasî nav xaka Iraqê bibe.

DAIŞê di rojên dawî de karî du bajarokan ji destê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) derbixe û niha di hewlê de ye deverên di bin kontrola xwe de berfereh bike, herweha derbasî nav xaka Iraqê bibe.

Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriye ragihandibû ku, DAIŞ li devera DîraZorê karî hemû deverên wendakirî, dîsa jidest HSD derbixe û kontrol bike. DAIŞ rewşa seqayê bikar anîbû û êrîşek berfereh bû bû ser Hêzên Sûriya Demokrat.

 

 

 

C.B